‘Ji krîza aborî herî zêde jin bi bandor bûn’
- 09:02 24 Tebax 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Jinên ku li navçeya Qoserê ya Mêrdînê karê dirûngehê dikin bertek nîşanî krîza aborî dan û gotin ku ji ber vê krîzê bi taybetî jin bi bandor bûne û keda wan tê tunekirin.
Li Tirkiyeyê her roj dolar zêde dibe û krîza aborî jî zêde dibe. Ji ber vê krîzê jî herî zêde jin bi bandor dibin. Jinên ku li navçeya Qoserê ya Mêrdînê karê dirûngehê dikin di derbarê krîza aborî de axivîn û anîn ziman ku ji ber polîtîkayên şaş Tirkiye di vê rewşê de ye. Jinan diyar kir ku ji vê krîzê herî zêde jin bi bandor dibin.
Jina bi navê Leyla Damar a ku 13 sal in bi karê dirûtinê eleqeder dibe anî ziman ku ji bo debara xwe bike vî karî dike. Leylayê, bi lêv kir ku karê wan ne wek salên borî baş in û wiha got: “Bi zêdebûna dolar rewş gelek xirab bû. Ji ber ku zêdebûna dolar bandorê li ser karê me û qûmaşê ku em dikirin dike. Ji ber vê rewşê kes wek berê ji xwe re kincan nadirûn. Bûhayê qûmaşan sala borî 10 lîre be, îsal ji ber dolar zêde bû 5 lîre zêde bû. Ji xwe karê me niha hatiye sekinandin, ger rewş wiha berdewam bike em ê dikanên xwe bigirin. Sedema zêdebûna dolar di serî de şer e. Ji ber ku Tirkiyeyê şer da destpêkirin îro welat di vê rewşê de ye. Îro ji ber dolar zêde bûye qezenca min zêde nîne û nikarim debara xwe bikim. Em heqê keda xwe ji ber dolar nikarin bigirin. Em dixwazin ku di demek nêz de ev rewş bê çareserkirin. Zêdebûna dolar bandorê li ser xwarinê jî dike. Ev jî krîza herî mezin û xirab e.”
‘Keda min a 20 salan îro hat tunekirin’
Jina bi navê Gulcan Ekîncî ya ku di 13 saliya xwe deli Stenbolê di karê tekstîlê de xebitiye û piştî ku hatiye Mêrdînê ji xwe re cihê dirûngehê vekiriye, 4 sal in li vê derê dixebite. Gulcanê, diyar kir ku piştî dolar zêde bûye karê wan baş derbas nabe û wiha bi lêv kir: “Nahêlin ku em jin bixebitin û debara mala xwe bikin. Em carna bi zorê qezenc dikin. Ji ber vê rewşê em nizanin ku êdî em ê çi bikin. Em dixwazin ku êdî hin kes dengên me bibihîzin. Ger em ji birçîna bimirin ev dewlet ji çi re dibe. Dewlet rewşa vî gelî nabîne? Heta min dikan vekir û hatim vê merhaleyê min pir ked da. Rojên ku ez birçî mam jî hebûn û îro ji ber zêdebûna dolar hemû keda min vala hate derxistin. Min bi kedek mezin ev der vekir û ez îro nikarim bixebitim. Ji ber ku êdî kar tune ye û em nikarin bixebitin. Keda min a 20 salan îro hat tunekirin. Kesên ku dengên me dibihîzin tu tiştî nakin. Bilindbûna dolarê bû sedema sekinandina karê me û ez gelek meraq dikim ku wê rewş çawa bibe. Tayyip Erdogan her tim dibêje welatê min welatê min. Lê îro welat ji ber polîtîkayên wî yên şaş di vê rewşê de ye. Ji ber bilindbûna dolar herî zêde jinan zirar dît. Ji ber dolar îro cihê jinan tên girtin. Wan jinan bi kedek mezin dikan ji xwe re vekir û îro jî digirin.”
‘Dest û lingên me ket tev’
Herî dawî jî jina bi navê Sabahat Aslan a ku ji zaroktiya xwe heta roja îro karê dirûnê dike axivî. Sabahatê, bi bîr xist ku bilindbûna dolar herî zêde bandor li ser gelên xizan kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her wiha bi bilindbûna dolar îro bi taybetî jin bi bandor bûn. Ji ber ku jin bi salan in ji bo ji xwe re dikanekê vebikin gelek berxwe dan û hatin vê rojê. Îro jî ji ber polîtîkayên şaş Tirkiye di vê rewşê de ye. Hemû karê me jinan ji destên me hat girtin û dikanên me tên girtin. Her wiha di dikanê de tiştên ku em îro derdixin êdî nikarin ku careke din têxin dikanê. Kesên ku dewlemend in bandorê li wan nake, ev rewş bi tenê bandorê li ser kesên wekî me dikin. Qumaşên ku me sala borî dikirî û yên îsal em dikirin ferqek mezin di navberê de heye. Ev krîz bi taybetî esnafên biçûk mexdûr dike. Dest û lingên me ket tev û em nikarin êdî debara xwe bikin.”