Di hefteya 700'î de Dayikên Şemiyê banga piştgiriyê kirin

  • 08:57 24 Tebax 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Dayikên Şemiyê yên ku li aqubeta xizmên xwe yên hatine windakirin dipirsin, bang li hemû kesî kirin ku di hefteya 700'î ya çalakiya wan de piştigriyê bidin wan. 
 
Dayikên Şemiyê çalakiya li Tirkiye ya herî dirêj pêk tînin. Dayikên Şemiyê 700 hefteye ku li aqubeta xizmên xwe yên hatine windakirin dipirsin û dixwazin ku kujerên wan bên dîtin. Dayikên Şemiyê li hêviye ku hemû kes di heftaya 700'î ya çalakiya wan de li Qada Galatasarayê wan tenê nehêlin. Dayikên Şemiyê ji bo vê hefteyê li ser medyaya civakî banga piştgiriyê kirin. 
 
Bi hezaran karhênerên medyaya civakî piştgirî dan Dayikên Şemiyên.