Leyla Bîrlîk li Yewnanîstanê hat binçavkirin
- 08:56 24 Tebax 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera berê ya HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk li Yewnanîstanê hat binçavkirin.
Parlamentera berê ya HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, dema çû Yunanîstanê, li Navenda Polîsan a Dedeagaç hat binçavkirin. Leyla ku di serdema 25 û 26'an de parlamenterî kiribû, der barê wê de qedexeya dervê welat hebû. Leyla Bîrlîk, piştî çû Yewnanîstanê li Navenda Polîsan a Alexandrapolis (Dedeağaç) hat binçavkirin. Hat zanîn ku Leyla li vir şandin Navenda Paşveşandinê. Leyla di 4'ê Çileya 2017’an de li Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê hatibû darizandin û der barê wê de qedexeya dervê welat hatibû girtin.