Serpil Kemalbay: Dê têkoşîna gel û HDP'ê bi hev re bidome
- 15:23 23 Tebax 2018
- Rojane
ÎZMÎR - Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpil Kemalbay li pîrozbahiya cejnê ya li Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Îzmîrê axivî û da zanîn ku ew ê yên bindest hembêz bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajarê Îzmîrê di roja Cejna Qurbanê ya sêyem de bi beşdarbûna Parlamentera HDP'ê Serpiş Kemalbay bi gel re pîrozbahiya cejnê kirin. Piştî pîrozbahiyê Serpilê axaftinek kurt kir. Serpîlê di axaftina xwe de diyar kir ku HDP'ê gelek bedel daye û bi bîr xist ku li girtîgehan bi hezaran rêveberên HDP'ê tên girtin.
'Ji bo aştiyê rola herî mezin Abdullah Ocalan lîst'
Serpilê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:"Îro kesên ku bi her awayî dixwazin partiya me tune bikin hevdîtin û hêza me dema ku dibînin bêtir bi hêrs dibin û êrîş dikin. Lê ew dizanin ku em li dijî her êrîşê xwedî hêz û kevneşopiyekê ne. Gelên Tirkiyeyê ji bo aştiyê hatin gel hev û destên xwe dan hev. Ji bo aştiyê rola herî mezin Abdullah Ocalan lîst. Ji bo aştiya gelê Tirkiyeyê nexşerê diyar kiribû. Ji bo ku gelên Tirkiyeyê bi awayekî azad bijîn em bûbûn xwedî fersendek mezin. Ev tecrîda giran a li ser Abdullah Ocalan ji bo aştî û azadî bê astengkirin parçeyekî polîtîkaya şer e. Em ê li dijî tecrîdê û îşkenceya li zindanan dengên xwe bilindtir bikin û têkoşîna xwe bidomînin.
'Em ê têkoşîna gel mezintir bikin'
Serpîlê da zanîn ku meclîs nebûye navenda çareserkirina pirsgirêkên gel û wiha got:"Tu kesî ji bo me demokrasî nebexşand, me bi têkoşîna xwe demokrasî mezin kir. Em ê tevî zextên li meclîsê, kesên bindest hembêz bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.
'Divê em li dijî polîtîkayên şer dengê xwe bilind bikin'
Serpîlê agirê ku li daristanên Dersimê ketibû û 3 hefteyan dewam kir jî bi bîr xist û got:"Ev polîtîkaya valakirin û bêmirovkirinê ye. Em ê dikarin têkoşîna xwe bi piştgiriyê mezin bikin."
Piştre Serpîlê ji bo pîrozbahiya cejnê ya li Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Manisayê ji avahiyê veqetiya.