Li Bûrsayê di encama qezayê de jinekê jiyana xwe ji dest da

  • 13:44 23 Tebax 2018
  • Rojane
BÛRSA - Li Navçeya Înegolê wesayetek ji kontrolê derket û li dîrekê ronahiyê ket. Jina du canî û 5 mehî ya bi navê Gunay Yilmaz jiyana xwe ji dest da. Hevjînê wê Samet Yilmaz jî birîndar bû. 
 
Li Navçeya Înegolê ya Bûrsayê wesayetek ji kontrolê derket û li dîrekê ronahiyê ket. Jina du canî û 5 mehî ya bi navê Gunay Yilmaz jiyana xwe ji dest da. Hevjînê wê Samet Yilmaz jî birîndar bû. Samet Yilmaz û Gunayê ji aliyê kesên der û dorê ji wesayetê hat derxistin. Samet Yilmaz û Gunayê bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Înegolê. 
 
Gunayê tevî hemû mudaxaleyan bi pitixa di zikê wê de jiyana xwe ji dest da.