Besna Tosun: Ev têkoşîna dîtina gorê nîne

  • 09:11 23 Tebax 2018
  • Rojane
STENBOL - Keça Fehmî Tosun ê di 1995’an de li Stenbolê hat windakirin, Besna Tosun got têkoşîna bi salan didin ne têkoşîna ku gorê bibîne ye û wiha got: “Ez hîna nikarim hevoka ‘bila hestiyên wî bên dîtin bes e’ vebêjim. Ma em gorê bibînin wê her tişt biqede? Na. Daxwaza me ya Dayikên Şemiyê ev e ku ‘windayên binçavan êdî neyên jiyîn’. Dayik ji bo hinekên din winda nebin derketin van qadan.”
 
Di 1995’an de dema Fehmî Tosun ji aliyê sê mêran ve tê revandin 12 salî bû. Fehmî Tosun beriya bê windakirin bi dehan carî tê binçavkirin. Rastî îşkenceyê tê. Tê girtin 3 sal û nîvan di girtîgehê de dimîne. Piştî tê berdan jî koçî Stenbolê dike.
 
‘Min got belkî hevalên bavê min e’
 
Besnayê derbarê revandina bavê xwe de van tiştan dibêje: “Ez bûm şahidê bûyerê. Bavê min li ber derî bû û sê kes di wesayîtek spî de bûn. Diaxivîn. Pişta bavê min li me bû. Çawa van mêran em dîtin bavê min avêtin baxçe. Min got belkî hevalên bavê min e. Baxçe tarî bû. Min mêze kir tiştek min nedît. Kesek li ber wesayetê bû. Ez îro jî wan bibînim nas dikim. Ez carna dibêjim xwezî ez biçûma baxçe.”
 
Besnayê got dayika wê derketiye şaneşînê û dîtiye ku bavê wê bi zor birine wesayetê û got: “Bavê min bêdeng bûye. Çawa dayika min dibîne diqîre. Dibêje wê min bikujin. Çawa ew qêriya em çûn xwarê û me hewl da em wesayetê bidin sekinandin. Lê wesayet bi lez çû. Piştî wê me tu agahî negirt.”
 
‘Binçavkirin û revandin normal bû’
 
Besnayê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Binçavkirin, girtin ne tiştên em biyaniyê wê ne. Em tiştên pir giran jiyan. Gundê me hat şewitandin. Binçavkirin, înfazên bêdaraz hatin jiyîn. Me komkujiya Licê dît. Kalê min hat qetilkirin. Bavê min îşkence dît û piştre hat windakirin. Yanî binçavkirin û revandin tiştên pir normal bûn. Ya bavê min jî normal bû. Dayika min pir ditirsiya. Kesek nedihat mala me. Me tu encam negirt û me serî li ÎHD’ê da. Piştre me Dayikên Şemiyê bihîst. Ez bi dayika xwe re tevlî çalakiya Dayikên Şemiyê bûm. Baş bû ku wê demê ÎHD hebû. An jî em ê wisa li ser piya nesekinyana. Li vir nêrîna me ya jiyanê bi teşe bû." 
 
Besnayê destnîşan kir ku wê tu car windakirina bavê xwe qebûl nekiriye û got: “Ez hîna nikarim hevoka ‘bila hestiyên wî bên dîtin bes e’ vebêjim. Ma em gorê bibînin wê her tişt biqede? Na. Daxwaza me Dayikên Şemiyê ev e ku ‘windayên binçavan êdî neyên jiyîn’. Dayik ji bo hinekên din winda nebin derketin van qadan.”