Têkoşîna jinê ya li dijî zilmê

  • 09:06 23 Tebax 2018
  • Rojane
Rûken  Goman 
 
DÊRIK - Jina bi navê Fatima Alyezîdî ku bi saya hêzên QSD'ê ji zilma çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bû dibêje ku ew dixwaze hemû jin jiyanek azad bijîn û li dijî zordestiyê piştgiriyê bidin hev.
 
Bi hezaran jin ji ber zilm, zordestî û hovîtiya çeteyên DAÎŞ'ê hatin çewisandin û îşkence li wan hat kirin. Fatima Alyezîdî ya ji Tinûsê û temenê wê 35 salî yek ji wan jinan e ku bûye şahidê zilma çeteyên DAÎŞ'ê. Fatimayê tîne ziman ku ancax hêz û piştgiriya jinê ya bi hev re rê li zilma li ser jinê bigire û dibêje ku ew bi hêviyek mezin li ber xwe dide. 
 
Fatima Alyezîdî çîroka xwe ya rizgarkirina ji destên çeteyên DAÎŞ'ê wiha rave kir:"Ez zewicî bûm û em Tinûsê dijiyan. Jiyanek me asayî hebû. Birayê hevjînê min li Sûriyeyê perwerdeya werzîşê dida. Loma hevjînê min û dayika wî dixwest ku wî bibînin. Lê min nedixwest ku ez derbasî Sûriyeyê bibim. Li ser xwesteka wan em derbasî Tirkiyeyê bûn. Em ê ji wir derbasî Sûriyeyê biban ji bo çend rojan. Dema ku em dikiran derbasî sînorê Sûriyeyê biban leşkerên tirk pasaportên me çirandin û em radestî destên çeteyên DAÎŞ'ê kirin. Dema em ketin destên çeteyan kurê min ê 14 salî û hevjînê min birin cihekî ne diyar. Ez avêtin zindana jinan. Li zindanê ji destdirêjiyê bigire heta kuştinê gelek zilim li jinan dikirin. Lixwekirina çarşefên reş li ser jinê ferz dikirin. Piştre ez ji zindanê derxistin û tevî kurê min me birin Reqayê. Hevjînê min bi zorê tevlî şerê li Reqayê kirin û kurê min ê 14 salî jî bi keçek 14 salî re zewicandibûn."
 
'QSD'ê me bi dilêkî germ pêşwazî kir'
 
Fatimayê da zanîn ku dema li Reqayê şer giran bûye ew ji çeteyên DAÎŞ'ê reviyane û derbasî aliyê di bin kontrola Hêzên QSD'ê bûne û got:"Dema em derbasî cihên di bin kontrola hêzên QSD'ê bûn wan me bi dilekî germ pêşwazî kirin. Em bi saya wan ji zilma çeteyan rizgar bûn. Em ê heta dawî vê qenciya wan ji bîr nekin."
 
'Ez bi hêviyek mezin niha li berxwe didim'
 
Fatimayê anî ziman ku ji bo careke din bi vî rengî neyê çewisandin ew têdikoşe û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ez bi hêviyek mezin niha li berxwe didim ku careke din ez û zarokên xwe neyên çewisandin. Ez dixwazim dîsa vegerim welatê xwe û xeyalên ku me li dû xwe hiştin em pêk bînin. Ez ê heta dawî têbikoşim. Ancax hêz û piştgiriya jinê ya bi hev re rê li zilma li ser jinê bigire. Ez dixwazim hemû jin jiyanek azad bijîn û li dijî zordestiyê piştgiriyê bidin hevdu."