'Li Tirkiyeyê binpêkirina mafan hatiye asta herî bilind'
- 09:01 23 Tebax 2018
- Rojane
COLEMÊRG - Li Tirkiyeyê di her qadên jiyanê de binpêkirina mafên mirovan zêde dibe. Derbarê binpêkirina mafên mirovan de rêvebira Şaxa Komeleya Mafê mirovan a Geverê Seyran Aslan nirxandin kir.
Piştî ku li Tirkiyeyê OHAL hatiye mayindekirin şûnde di binpêkirina mafê mirovahiyê de zêdebûn hate dîtin. Rêvebira Şaxa Komeleya Mafê Mirovan(İHD) a Geverê Seyran Aslan derbarê mafên ku li Geverê tên binpêkirin de nirxandin kir. Seyranê anî ziman ji girtîgehan heya kolanan di her qadên jiyanê de mafê mirovan tê binpêkirin.
'Li Tirkiyeyê binpêkirina mafan hatiye asta herî bilind'
Seyranê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku Tirkiye di binpêkirina mafan de gihaştiye asta herî bilind û wiha got:"Li Tirkiyeyê herî zêde mafê jinan tê binpêkirin. Jin di her qadên jiyanê de tê fetisandin. Li gel binpêkirina mafên jinan di civakê de perçebûnek dest pê dike. Cudahiya navbera mirovan de mezin dibe û aloziyên civakî hîn zêde dibin. Heyanî niha jin mîna amûrekê hatiye dîtin û wekî namûsa mêr hatiye binavkirin. Bêguman ne tênê mafê jinan mafê her kesekî tê binpêkirin. Di pêvajoya OHAL'ê de ev pir zêde bû. Mayindekirina OHAL'ê tê wateya berdewamkirin û zêdebûna binpêkirina mafên mirovan. Di netewên Demokratîk de mafê mirovahiyê esas tên girtin. Lê mixabin ev ji bo Tirkiyeyê derbasdar nîne. Li Tirkiyeyê binpêkirina mafan hatiye asteke herî bilind.Tirkiye welatê binpêkirina mafê mirovan e. "
'Di her kolaneke Geverê de gel bi tundiya polîsan re rû bi rû ye'
Seyranê bal kişand ser Geverê û got ku li Geverê her roj bi hezaran mafê mirovan tê binpêkirin û wiha pê de çû;" Gelê Geverê piştî qedexeyan bi derfetên xwe ji nû ve avahiyên xwe avakirin. Di dema qedexeyan de ji jina ducanî yên ku jiberavêtî heya hilweşandina avahiyan hemû binpêkirin û tunehesibandina mafê mirovan pêk hat. Heya niha li Geverê gelek welatî bi lêdana erebeyên zirxî jiyana xwe ji dest dane. Ev ne tenê li Geverê li Cizîr û deverên din jî heman tişt hate dîtin. Ev ne qezayên ji rêzê ne. Her qadeke jiyanî hedef tê girtin. Di her kolaneke Geverê de gel bi tundiya polîsan re rû bi rû dimînin. Mudexelekirina jiyana mirovan sûc e. Di her avêtina gavekî de nasname tê xwestin û lêgerîn çê dibe. Ev bi tena serê xwe tundî ye. Gava ku mirov dikeve navçe mirov bi hezaran lêgerînan re derbas dibe. Di sukê de jî mirov bi heman nêzîkatiyê re rû bi rû dimîne. Bi vî awayî kolan û jiyan bi welatiyan re tê qedexekirin. Niha ji ber xebatên qeyyûm yên binesaziyê mirov nikare di nav sûkê de dan û standinê bikin. Ji ber vê xebatê nexweşî derdikevin. Mirov di jiyanê de tên fetisandin."
'Girtîgeh vegerandine qadên mirinê'
Seyranê daxuyand ku ji zêdekirina girtîgehan qadên binpêkirinê vedikin û wiha domand:"Her roj li Tirkiyeyê girtîgeh tên avakirin. Bi rastî ev ji kêmkirinê zêdetir pêşiya binpêkirina mafê mirovahiyê vedike. Herî dawî malbata girtiya nexweş Seyran Demîrê ji bo Seyran bê berdan serlêdan li me kirin. Rewşa Seyranê ber bi talûkeyê ve diçe. Bi hezaran girtiyên di vê rewşê de hene. Girtîgeh vegerandine qadên mirinê. Di peymana mirovahiyê de ev nehiquqî ye ne jî wîjdanî ye. Îşkenceya ser mirovahiyê sûc e. Girtiyên nexweş di girtîgehan de nikarin zêdetir bijîn. Ev pêkûtiyan bêhiqûqî ye. Ji bo civakeke demokratîk û Tirkiyeke aştîxwaz pêdivî bi esasgirtina mafê mirovahiyê heye. "