Li pitik û dayika wî cezayê hucreyê hat birîn
- 17:27 22 Tebax 2018
- Rojane
TEKIRDAG - Li kantîna Girtîgeha Tekirdagê ji ber ku mamaya pitika Aynur Gazioglu ya bi navê Furkan şaş hat xwest ku bê guhertin. Li ser vê yekê 10 roj cezayê hucreyê li Furkan û dayika wî Aynûr hat birîn.
Aynûr Gazioglu û pitika wê Furkan ev 7 meh in ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tekirdagê tên girtin. Ji ber ku mamaya Furkan şaş hat Aynûrê bi gardiyan re ket nav gengeşê. Loma 10 roj cezayê hucreyê li Furkan û dayika wî Aynûr hat birîn.
Li agahiyên ku parêzer da dema ku mama şaş hatiye Aynûrê gotiye ku pitikê min nikare vê mamayê bixwe û li ser vê gotinê gardiyan jî gotiye ku 'Hûn girtîne mafê we yê hilbijartinê tune ye'. Piştî nîqaşa di navbera Aynûrê û gardiyan de girtename hatiye girtin. Ji ber ku li girtîgeha ku Aynûrê lê dimîne hucre tuneye dibe ku Aynûrê bişînin Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Bakirkoya Stenbolê. Parêzerê Aynûrê diyar kir ku ji bo betalkirina vê biryarê wan li Dadgeriya Înfazê îtiraz kirine.