Li Edeneyê mirina bi guman a zarokekî
- 11:27 22 Tebax 2018
- Rojane
EDENE - Li Edeneyê zarokê bi navê Yigit Çinar piştî ku tevî diya xwe Fatma O. derket derve agahî jê nehat girtin û piştre bi awayekî mirî hat dîtin.
Li Navçeya Kozana Edeneyê zarokê bi navê Yigit Çinar ê 4 salî û dayika wî Fatma O. piştî ku derketin derve şûnde agahî ji wan nehat girtin. Piştî ku xizmên wan agahî dan polîsan şûnde Fatma li nêzî goristanê hat dîtin. Bi ambûlansa ku hat cihê bûyerê Fatmayê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kozanê.
Hat hînbûn ku Yigit ê ku ji aliyê welatiyakî li înşaatê hat dîtin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Hat diyarkirin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.