Jina ku têkoşîna jiyanê dide: Her roj bi xeyalê ku ew ê vegere welatê xwe dijî
- 09:46 22 Tebax 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Jina bi navê Delal Hasran a ku dayika 5 zarokan e beriya 7 salan ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê koçberî Mêrdînê kirine. Delalê, diyar kir ku ew her roj bi xeyalê ku ew ê rojekê vegerin welatê xwe dijî.
Jina bi navê Delal Hasran a ku dayika 5 zarokan e beriya 7 sal an ji ber êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê ji Rojava koçî gundê Girê Sor a navçeya Derîka Mêrdînê kirine. Delalê 7 sal in li gundê Girê Sor li dijî hemû zehmetiyan têkoşîna jiyanê dide. Delalê, anî ziman ku piştî koçî Mêrdînê kirine ji ber xeribiyê gelek zehmetî kişandine û xwest ku di demek nêz de êrîşên li Rojava bi dawî bibe û vegerin welatê xwe.
Delal Hasran a ku dayika 5 zarokan e û ji Qamişloyê ye, beriya 7 salan ji ber şerê ku li wir qewimî koçî Mêrdînê kirine. Delalê wiha behsa jiyana xwe ya Qamişloyê kir: “Beriya 7 salan çeteyên DAÎŞ’ê êrîşê welatê me kirin û li wir êrîşeke dijwar dest pê kir. Li Rojava zirara me ji bo tu kesî tunebû. Ez li wir di karê kuaforê de dixebitîm. Piştre li Rojava şer dest pê kir û malên me hemû wêran kirin. Zarokên min ên biçûk hebûn ji bo zirar li wan neyê em ji Rojava koç bûn. Ji ber ku li Qamişlo ceyran û ava me tunebûn, malên me dihatin bombebarankirin, em êdî nikaribûn ku li wir bijîn. Piştre em hatin gundê Girê Sor a navçeya Dêrîka Mêrdînê. Em niha li vir dijîn.”
‘Zarokên min hêvî û hêzê dide min’
Delalê, di berdewamiya axaftina xwe de got ku piştî hatine li gundê Girê Sor ji bo jiyana xwe îdame bikin li ser erdan dest bi xebatê kiriye û wiha bi lêv kir: "Em li nav erdan garisan diçînin û di nav baxçe de firingî, bacan û tiştên hw. diçînin. Ev erdên ku em di nav de garisan diçînin ne aydê me ye. Em hevkarê xwediyê vî erdî ne. Di van erdan de dixebitin û nîvê me û nîvê wan e. Em piştî ku garisan diçînin û radikin, dawiyê em genim û ceh diçînin. Em debara xwe bi van tiştan dikin. Piştî şerê ku me li wê derê dît jiyana vê derê ji bo me gelek zehmet bû. Dema ku em hatin vê derê xaniyên me tunebûn û ji bo em ji xwe re xaniyan bibînin em li gelek cihan geriyan, lê belê ji ber ku em ji Rojava hatibûn tu kesî xanî nedame. Piştre xwediyê vî erdî xanî da me û em li ser van erdan xebitîn û me jiyana xwe domand. Heta ku me gelek tişt bi ser hev ve anî gelek zehmetî kişand û niha ne wek berê ye. Ez ji bo zarokên xwe neçarim ku jiyana wan bidomînim. Zarokên min hêvî û hêzê didin min. Ez jî niha ji bo pêşeroja wan çi ji destê min tê dikim.”
‘Ev 7 sal in em li vir xeribiyê dikişînin’
Delalê, di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku li Rojava şerê ku bi çavên xwe dîtine û jiyane hîn ji bîr nekiriye û wiha pêl da axaftina xwe: “Em dema hatin Mêrdînê me zehmetiyên cuda jî dît. Zehmetiyên wek, hînbûna bajêr. Dema ez hatim Girê Sor li vir fêrî jiyana gund bûm. Her wiha em li vir xeribiyê jî dikişînin. Ji ber ku gelê vê derê cuda ne û bi taybetî jî ji hêla ziman de zehmetî dikişînin. Li derdora me tu cîran jî tune ne. Welatê mirov ne wek welatê xeribiyê ye. Ev 7 sal in em li vir xeribiyê dikişînin. Dibe ku em îro li vir bin lê dilê me li Rojava ye. Em dixwazin ku rewşa Rojava xweş bibe û em vegerin welatê xwe. Ev demeke dirêje ku min dayik û bavê xwe nedîtiye.”
‘Em bi xeyalê ku rojekê vegerin welatê xwe dijîn’
Delalê, di dawiya axaftina xwe de xwest ku di dimek nêz de vegerin welatê xwe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Her çiqas welatê xelkê şirîn be welatê mirov şirîntir e. Em dixwazin ku rewşa welatê me baş bibe û em vegerin welatê xwe. Em bi xeyalê ku rojekê vegerin welatê xwe dijîn. Hesretiya min a ji bo welat her roj zêde dibe.”