Gelê Sûrê bertek nîşanî qayyim didin
- 09:09 22 Tebax 2018
- Rojane
AMED - Şaredariya Sûrê ya ku qayyim hat tayînkirin, pirsgirêka çopê çareser nake. Navçeya dîrokî ji ber bêhna genî gel bêzar dike.
Şaredariya Sûrê ya ku ji aliyê Hikumeta AKP'ê qayyim hat tayînkirin, pirsgirêka çopê çareser nake. Navçeya dîrokî ji ber bêhna genî gel bêzar dike. Çopên Navçeya dîrokî ya Sûrê bi mehan nayên hevdan û paqijî nayê kirin.
'Zarok nexweş dikevin'
Gelê Sûrê anîn ziman ku ew ji ber bêhna genî ya çopê nikarin derkevin derve û li kuçeyan rûnê û ji ber vê yekê jî zarok nexweş dikevin.
'Qayyim tu xizmetê nake'
Gelê Sûrê tîne ziman ku qayyim tu xizmetê nake û dibêjin ku yên ku xizmetê nake gel dixapîne û dibêje ku em xizmetê dike.