'Hêz û têkoşîna jina Kurd hêjayî gotinê ye'

  • 09:02 22 Tebax 2018
  • Rojane

Lîlav Elî -Tolîn Muhemed 

ŞEHBA - Endama Diplomasiya TEV-DEM'ê ya Kantona Şehbayê Cîhan Muhemed di derbarê rola jinê ya di  dîplomasiyê de da zanîn ku di nava şerê ku 7 sale didome jinan ji bo xwe bi rêxistin bikin û şoreşê pêk bînin kedek mezin dan û di warê têkiliyên diplomasiyê de rolek girîng lîstin.
 
Endama Diplomasiya TEV-DEM'ê ya Kantona Şehbayê Cîhan Muhemed di derbarê rola jinê ya di  dîplomasiyê de diyar kir ku ji ber Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jinên Kurd destkeftiyên xwe parastin û di warê têkiliya dîplomasiyê de bûn xwedî gotin.
 
'Di nava 7 salan de jinê rolek çalak lîst'
 
Cîhanê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:"Di şoreşa 7 salan de jinê rolek çalak di hemû daqên jiyanê de lîst û ji bo pêşketin û serkeftinên mezin xwedî kedek mezin e û berdêlên giran da. Ji nav van xebatên girîng yek jê xebata dîplomasiyê bû. Ji bo bingeha civakekê ji her alî xurt bibe û civak bikaribe nirxên xwe yên neteweyî biparêzin divê di qada dîplomasiyê de serkeftî be. Jinên Kurd di vî warî de jî xwe pêş xistin."
 
'Bi saya têkoşîn û têkiliya diplomasiyê ya jinê cîhanê dengê gelê Kurd bihîst'
 
Cîhanê bi lêv kir ku jinên Kurd bi saya têkoşîna xwe ya li pêş çavan xwe di warê siyasî de jî pêş xistiye û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Jina Kurd bi çalakbûyin û tevgera xwe ispat kir ku ew dikare di her alî de xwedî gotin be. Bi saya têkoşîn û têkiliya diplomasiyê ya jinê cîhanê dengê gelê Kurd bihîst. Di heman demê de ji bo dengê penaberan jî bi cîhanê bide bihîstin her dem di nav hewldanekê de ye. Di qada siyasetê de jî jinên Kurd bûn xwedî gotin û li ser piyên xwe disekinin. Ev yek bi saya hêza jinê û têkoşîna jinê ye. Hêz û têkoşîna jina Kurd hêjayî gotinê ye."