Peywira Midurê dibistanê dan Bersûcê doza Aladagê
- 15:09 21 Tebax 2018
- Rojane
EDENE - Muduru Perwerdeya Neteweyî ya Aladagê Mehmet Aktaş ji ber sûcê kareseta wargehê ku 11 jê zarok 12 kesî jiyana xwe ji dest dabû, dihat darizandin, li dibistanek navîn a Çukurovayê wekî mudurê dibistana seretayî hat peywirdarkirin.
Muduru Perwerdeya Neteweyî ya Aladagê Mehmet Aktaş ji ber sûcê kareseta wargehê ku 11 jê zarok 12 kesî jiyana xwe ji dest dabû, dihat darizandin, li dibistanek navîn a Çukurovayê wekî mudurê dibistana seretayî hat peywirdarkirin.
Mehmet Aktaş di tebaxa 2017'an de ji peywira muduruyeta perwerdeya neteweyî hatibû girtin û li Dibistana Navîn a Îmam Xetîbê wekî mamosteyên agahiyên civakî hat peywirdarkirin. Piştî salakê şûnde jî li Dibistana Seretayî ya Komeleya Mêrên Kar ên Ciwan wekî mudur hat peywirdarkirin.