Xebatên Şaredariya Qamişloyê didome
- 12:37 21 Tebax 2018
- Rojane
QAMİŞLO - Di çarçoveya xebatên Şaredariya Qamişloyê de 41 wesayetên ji bo paqijiyê û agirkuj ketin meriyetê.
Di çarçoveya xebatên Şaredariya Qamişloyê de 41 wesayetên ji bo paqijiyê û agirkuj ketin meriyetê. Cîgira Desteya Bajarê Qamişloyê Bêrîvan Omer derbarê vê yekê de axivî û got:"Ji ber ku hîn li welatê me şer heye loma ji warê derfetên aborî de em dikevin tengavê lê heta ji destên me tê em hewl didin ku ji bo gel xizmeta herî baş bikin."
Tê payin ku wesayetên ku pêdivî jê hene hîn wê têkevin meriyetê.