Li Xorasanê zarokek rastî îstîsmara zayendî hat

  • 10:46 21 Tebax 2018
  • Rojane
ERZIROM - Li navçeya Xoresan a Erziromê mêrê bi navê Halît Yavuz (65) zaroka bi navê E.A. rastî îstîsmara zayendî hişt. Li ser gilîkirina malbatê tecawizkar hat  binçavkirin.
 
Li navçeya Xorasan a Erziromê beriya 5 rojan zaroka bi navê E.A.(8) ji aliyê mêrê bi navê Halît Yavuz (65) ve rastî îstîsmara zayendî hat. Tecawizkar Halît Yavuz E.A. biriye mizgeftekê û li wir zaroka bi navê E.A. îstîsmar kiriye. Li gor îddîaya dayika E.A. dema ku keça xwe dibe serşoyê ji bo ku serê wê bişo ferq kiriye ku canê wê reş bûye. Dayik piştre fêm dike ku keça wê rastî îstîsmara zayendî hatiye û diçe Midûriyeta Polîsan a Xoresanê û  di derbarê mijarê de serlêdana sûc dike. Hat zanîn ku dayika E.A piştre keça xwe biriye nexweşxaneyê û rapor girtiye. Piştî Halît Yavuz ku hate binçavkirin û berdan piştre careke din hat binçavkirin.     
 
Dixwazin ser bûyerê  bigirin
 
Hat zanîn ku Serokê Şaredariya Xoresanê Abdulkadîr Aydin çûye gel malbatê û ji ber sedemên nayên zanîn dixwaze ser bûyerê bigire. Hat zanîn ku Halît Yavuz, xwarziyê Serokê Şaredariya Xoresanê Abdulkadîr Aydin e.
 
Li gor agahiyan Halît Yavuz gelek kesên din jî bi îstîsmara zayendî re rû bir û hîştiye û ser bûyeran hatiye girtin.