700 hefte derbas bû: Li vir înada jinê heye
- 09:40 21 Tebax 2018
- Rojane
Safiye Alagaş
STENBOL - Çalakiya Dayikên Şemiyê di 25’ê Tebaxê de dikeve hefteya 700’î. Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Sebla Arca ku 21 sale bi Dayikên Şemiyê re li qadan cihê xwe digire got: “Li vir înadek jinê heye. Têkoşînek evqas mezin tenê jin dikarin bidin.”
Di salên 1990’î de windahiyên di bin çavan de wek polîtîkayek dewletê a sîstematîk hat jiyîn. Di sala 1994’an de serlêdanên ji bo windayan gihiştibû 500’î. ÎHD’ê di vê pêvajoyê de ji bo winda bên dîtin kampanya dan meşandin. Lê hemû serlêdan bê encam man.
Di 95’an de xwe gîhandin windayê yekem
Di 1995’an de Hasan Ocak û Ridvan Karakoç hatin binçavkirin. Piştî demek dirêj cenazeyên wan li goristana bêkesan hatin dîtin. Ewil a Hasan Ocak hat dîtin. Heta wê rojê yekane windayê ku ÎHD û xizmên Windayan xwe gîhandibûnê.
‘Pêvajoyek ku hiqûq tu car lê pêk nehatiye..’
Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Sebla Arca a 21 sale bi Dayikên Şemiyê re têdikoşe, wiha dibêje: “Me ev fêm kir. Ne pêkan e ev bi hiqûqê çareser bibe. Li Kurdistanê gelek kes hatin binçavkirin û windakirin. Malbatên li xizmên xwe digeriyan jî dihatin windakirin. Malbata Bulut ji malbata xwe kesek winda kiribûn. 4 kesên li wî digeriyan jî hatin windakirin.”
‘Rojnameger hatin înfazkirin’
Seblayê diyar kir ku tevî van pêkanînan ÎHD’ê serî li serokwezîrtî, wezareta karê hundir, wezareta dadê û dozgeriyê da. Lê li ji tu derê encam nehat girtin. Dozger got ‘hewce bi lêpirsînê tune ye’. Berovajî vê malbat dihatin sûcdarkirin û digotin hûn hêzên ewlehiyê yên dewletê dikin bin gumanan. Bi sedan kes hatin windakirin. Rojnamegerên li heqîqetê digeriyan jî hatin windakirin. Nazim Babaoglu û Ferhat Tepe jî ji van rojnamegeran bûn.”
'Ew dixwazin wek jinên têkoşer bên nasîn'
Seblayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku ji ber kanalên ku xizmên windayan dengê xwe bilind bikin nemabû, biryar dan ku tiştekî bikin û 5 malbatan bi pêşengiya ÎHD’ê hatin cem hev û biryar dan ku her hefte çalakiyan pêk bînin û got: “Dayikên Plaze De Mayo ji bo me bûn îlham. Ji ber rojên şemiyan betlane bû me biryar da em rojên Şemiyan çalakiyê pêk bînin. Qada Galatasarayê ji bo me baş bû. Qadek nêzî ÎHD’ê bû. Çalakiya yekem bi 30 kesî û dovîza ‘Hasan Ocak li ku ye, bila winda bên dîtin’ dest pê kir. Tenê çend çapemeniya çalakî şopand. Piştî hefteyan şûnde çalakiya me deng da. Çapemeniyê ji wan re digotin Dayikên Şemiyê. Sezen Aksu ji bo Dayikên Şemiyê strana Şemiyê çê kir. Ahmet Kaya strana ‘Min bibîne’ çê kir. Çalakiya dayikan heta Adara 1999’an berdewam kir. Piştî jinan pirsgirêka nexweşiyan jiya, navber dan. Di 2009’an de piştî operasyonên ergenekonê yen hikûmetê dest pê kir şûnde malbatan dîsa dest bi çalakiyên xwe kirin. Çalakiya Dayikên Şemiyê bi hesta dayiktiyê pêş hat û heta niha hatiye. Piştere her yek veguherîn parêzvanên mafê mirovan. Niha ew bi nasnameya dayiktiyê ji xwe naxwazin bên nasîn. Ew dixwazin wek jinên têkoşer bên nasîn."