Li girtîgeha Bakirkoyê binpêkirinên mafan naqedin

  • 09:39 21 Tebax 2018
  • Rojane
STENBOL - Mizgîn Akman a 11 mehan li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ma, binpêkirinên mafan ên hatine jiyîn wiha vegot: “Nexweş terkî mirinê tên kirin. Qada hevpar hat rakirin. Ji bilî malbatê bi kesî re wêne nayê kişandin. Binpêkirin bi jimartinê naqedin.”
 
Mizgîn Akman a di îlona 2017’an de li Stenbolê hat girtin û birin girtîgeha jinan a Bakirkoyê du hefte berê hat tahliyekirin. Mizgînê binpêkirinên mafan ên li girtîgehê vegot û ev tişt anî ziman: “ Dema ez nû birim girtîgehê lêgerîna tazî li min ferz kirin. Li me ferzkirin ku em biçin koguşa serbixweyan. Gotin hûn biçin koguşa wan hunê zû bên berdan, çi karê we di nav siyasiyan de heye. Dema me qebûl nekir lêgerîna tazî li me ferz kirin. Bi ser koguşan de digirtin. Di serdegirtinan de radyo girtin. Niha di koguşê de radyo tune ye. Rojnameyan nadin. Bi derve re tu têkilî tune ye. Di pêvajoya ez girtîbûm de rojname nedan me.”
 
‘Nexweş terkî mirinê tên kirin’
 
Mizgînê bi lêv kir ku girtiyên nexweş sewqî nexweşxaneyê nayên kirin û yên tên sewqkirin jî di dema dermankirinê de kelepçeya wan nayê vekirin û wiha got: “Dema dibin nexweşxaneyê jî ji wan re dibêjin ‘hûn terorîst in, xayînên welat in, me hûn anîne nexweşxaneyê û hîna hûn dibêjin kelepçeya me vekin’. Ji bo welatiyên derdorê jî li girtiyan sor bikin hewl didin. Girtiyên demek dirêj e girtîne nabin revîr û nexweşxaneyê. Sureyya Bulut a cezayê muebetê girtiye jî xwînê vedirêje. Divê bibin nexweşxaneyê lê kes nehat ser. Heta hat ser hişê xwe hatin û birin nexweşxaneyê. 3 mehan li nexweşxaneyê raza. Dîsa anîn girtîgehê. Girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin.”
 
Mizgînê bi lêv kir ku berê jî girtiyekî dema sewqî nexweşxaneyê kirine, bi girtiyên edlî re di heman rîngê de birine û di wê navberê de li ber çavê leşkeran girtiyên edlî êrîşê girtiyê siyasî kiriye.
 
‘Di pêvajoya OHAL’ê de kişandina wêne hat qedexekirin’
 
Mizgînê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku alavên bi kargoyê tên jî piştî lêkolînek demdirêj tê dayîn û got di dema OHAL’ê de jî kişandina wêneyan hatibû qedexekirin û bi tu awayî destûra kişandina wêneyan nehatiye dayîn.