Li Amedê goristan hatin ziyaretkirin

  • 15:35 20 Tebax 2018
  • Rojane
AMED - Heyeta ji HDP, DBP û KCD’ê pêk dihat bi wesîleya roja Erefê li navçeyên Licê, Hên û Baglarê çûn serdana goristanên PKK’iyan.
 
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remeziya Tosun, Salîha Aydenîz û Selçuk Mizrakli bi wesîleya roja Erefê  li Licê, Hên û Baglarê çûn serdana gorên PKK’î.  Her wiha rêveberên KCD, DBP û HDP’ê jî tevlî serdanê bûn. Heyet ewil çû goristana li Sîsa Licê. Piştre jî çûn goristana Çemê Elîka.  Li Sîsê Salîha Aydenîzê axaftinek kurt kir.
 
Heyet piştî Licê û Hênê çûn goristana Yenîkoy a Asrî ya Baglara Amedê.