Li Amedê goristan hatin ziyaretkirin
- 15:35 20 Tebax 2018
- Rojane
AMED - Heyeta ji HDP, DBP û KCD’ê pêk dihat bi wesîleya roja Erefê li navçeyên Licê, Hên û Baglarê çûn serdana goristanên PKK’iyan.
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remeziya Tosun, Salîha Aydenîz û Selçuk Mizrakli bi wesîleya roja Erefê li Licê, Hên û Baglarê çûn serdana gorên PKK’î. Her wiha rêveberên KCD, DBP û HDP’ê jî tevlî serdanê bûn. Heyet ewil çû goristana li Sîsa Licê. Piştre jî çûn goristana Çemê Elîka. Li Sîsê Salîha Aydenîzê axaftinek kurt kir.
Heyet piştî Licê û Hênê çûn goristana Yenîkoy a Asrî ya Baglara Amedê.