Ji KCD’ê peyama cejnê
- 14:16 20 Tebax 2018
- Rojane
AMED - KCD’ê bi wesîleya cejna Qurbanê daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: “Bi wesîleya bibe, derketina hawira ji zilmê ya ku em têde ne, em cejna hemû civaka Îslamî ji dil pîroz dikin.”
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya cejna Qurbanê daxuyaniyek nivîskî da. KCD’ê di daxuyaniya xwe de bi lêv kir ku civaka Îslamê Cejna Qrubanê di bin siya şer, pevçûn, îşkence, komkujî û hilweşînan de pêşwazî dike û wiha pê de çû: “Cejna Qurbanê; yek ji rojên me yên pîroz û girîng ya ku hest û refleskên tên jiyînê ye.”
Her wiha KCD’ê destnîşan kir ku dîktator û kesên ji bo desthilatdariyê her tiştî dikin, bi polîtîka û pêkanînên ku civakê global dike hewl didin naveroka cejnan vala bikin û ev tişt anî ziman: “Cejnên pîroz ji aliyê Mislimanan ve tê xwestin ku gorî naverok, rihên
wan bê pîrozkirin û ji ber vê gelek pîroz û watedare. Ji ber vê pêkane ku hemû aliyên civakî di nav aramî, demokrasî û azadiyê de vê rojê pîroz bike.
Bi wesîleya ev cejn bibe wesîleya derketina ji vê hawira koasê, em ji dil cejna Civaka Îslamê pîroz dikin.”