Ji hevserokên giştî yên HDP’ê peyama cejnê: Bila ji hemû gelan re aştî û aramiyê bîne

  • 12:54 20 Tebax 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî bi wesîleya cejna Qurbanê daxuyaniyek da û daxwaza aştî û aramiyê kirin.
 
 Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî bi wesîleya cejna Qurbanê daxuyaniyek dan. Pervîn û Sezaî di peyama xwe de diyar kirin ku bila Cejna Qurbanê bibe wesîleya aştî û aramiyê.
 
Di peyamê de wiha hat gotin: “Di vê hawira ku bêdadî tune, binpêkirina maf û azadiyan yên demokratîk tên jiyîn de; welatî di rojên ku zêdetir azadî, aştî, demokrasî û wekheviyê hîs dikin de derbas dibin.Em cejna Qurbanê ya Civaka Îslamî bi hestên kurahî pîroz dikin. Hêviya me eve ku cihê dijminahiyê,  dostanî, piştevanî û biratî bigire.
 
Hêviya me zêde dibe
 
Yên têkoşîna edeleta civakî didin; yên ji bo rumeta mirovahiyê berxwe didin, yên têkoşîna azadî û wekheviyê didin; sekna bi biryar û bawerî ya kedkaran dibe sedema ku em bi hêvî cejnê pêşwazî dikin. Ji bo rojên nirxên mirovahiyê derketine asta herî jor hêviya me zêde dibe.
 
Hêviya me eve ku ev Cejna Qurbanê hêviyên me yên ku zarok û ciwan nemirin, jin rastî şîdetê neyên kes ji warê xwe koçber nebe, mezintir bike.”