'Azadiya Rêber Apo azadiya civakên bin dest e'

  • 09:08 20 Tebax 2018
  • Rojane
Ferîde Zede-Lîlav Elî
 
ŞEHBA - Jinên Kantona Şehbayê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocealn şermezar kirin û diayr kirin ku  Rêber Apo çav,ziman, hebun û sembola jiyana wan e.
 
Jinên Kantona Şehbayê têkldarî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan nerînên xwe anînz ziman û tecrîd bi tundî şermezar kirin.
 
'Rêber Apo hebûn û nasnameya me ye'
 
Jina bi navê Nedira Bico tecrîda giran a li ser Rêber Apo tê meşandin şermezar kir û got:" Bi hezaran gelê Şehbayê û Efîrnê ji bo azadiya rêber Apo li qadan e. Ji ber ku azadiya Rêber Apo misogeriya azadiya mirovahiyê ye, em ê her tim li ser piyan bin û di nav çalakiyan de bin."
 
Nedire diyar kir ku Rêber Apo hebûn û nasnameya wan e û ev tişt got:" Rêber Apo bi salan e ku ji bo azadiya jin û pêşxistina pirojeya Netewa Demokratîk  berxwedana xwe berdewam dike. Em wek jin ji bo azadiya Rêberê xwe her tim tekoşîna me wê berdewam bike."
 
'Rêber Apo pêşengê gelê kurd e'
 
Zêneb Şixo jî anî ziman ku  ji bo azadiya Rêber Apo ew amade ne ku  bedelên giran bidin, ji ber ku  çiqas kar bikin û tekoşînê bikin ne bi qasî tekoşîna Rêber Apo ya ji bo azadiya jinê ye. Rêber Apo pêşengê Gelê Kurd e.  Rizgarkirina Rêber Apo wê rigarkirina Efrînê bi xwe re bîne."
 
Jina bi navê  Fatmê Hesen jî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê şermezar kir û wiha got: "Tu car em dev ji tekoşîna xwe bernedin, çalakiyên me wê berdewam bin. Bi çalakî  û têkoşîna jinê wê Rêber Apoazad bibe."
 
'Fikrên Rêber Apo di dîl û mêjiyê me de ne'
 
Endama koordnasiyona Kongreya Star Emîne Dîngilî jî diyar kir ku soza wan kêlî bi kêlî ji bo Rêberê xwe ji zîndana Îmralê rizgar bikin û wiha dirêjî da axafitna axwe:" Ez ji tevahî gelan re û dewletên navnetewî re dibêjim tu carî gelê kurd wê di malan de runenê û heta dawî em ê şopdarê Fikir û felsefeya Rêber Apo bin. Em ê ji tevahî cîhanê re û dewletên navneteweyî re îsbat bikin ku fikir û felsefeya Rêber Apo di dil û mêjiyê me de hatiye çandin."