ROJEVA 20'Ê TEBAXA 2018'AN

  • 09:00 20 Tebax 2018
  • Rojev
*Jinên Kantona Şehbayê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocealn şermezar kirin û diayr kirin ku  Rêber Apo çav,ziman, hebun û sembola jiyana wan e. DÎMEN HEYE
 
*Jinên Navenda Erka Xweparastinê ya Tirbespiyê ku li Navenda Erka Xweparastinê dixebitin li ser karê xwe nirxandin kir.
 
*Jina afrîner  Delma Salih berhemên bexçeyên ku çandibûn bi awayê komunal  bi cîranên xwe re parve dike. DÎMEN HEYE
 
*Yek ji qadên ku xebata bê ewle lê zêde ye qada çandiniyê ye û ligel jinan barekî giran dikeve sermilê zarokan jî. Li Xelfetiyê di bin germahiya rêjeya wê bilind de sê zarokên dixebitin xeyala wan a herî mezin ev e ku bi hevalên xwe re bilîzin. BI DÎMEN
 
*Seroka Mala cemê ya Armutlu Zeynep Yildizim ku ji bo çêkirina mala Cemê ya Armutlu temam bibe kedek mezin da di 27’ê Tîrmehê de hat girtin û înşat nîvco ma.
 
*Krîza aborî her diçe bi bandortir dibe û beriya cejnê welatiyên çûn Hala Ulusê bi gazincin. Yasemîn Mutlu ya li Suluhanê esnaf e diyar kir ku Ulusa ku di alî aborî de li gorî hatiniya  welatiyan bû ku hinekî erzan bû êdî kes nikare li vir jî tiştekî bikire.
 
*Li navçeya Xozat a Dêrsîmê li zozanên gundê Çakmakli şewata derketiye didome û kesên çûne zozanan jî wiha dibêjin: “Daristan ji hewayê ve bombebaran kirin. Li daristananê goristanên gund hebûn. Wê hesabê wan daristanan çawa bidin. Zarokên mezin bibin wê li gorên mezinên xwe negerin.” Welatiyên li herêma zozanan her wiha banga ‘Madem hun ji me re dibêjin derkevin zozanan hun çima bi helîkoptera bombeyan davêjin ser me.’ li dewletê kirin. BI DÎMEN
 
*Wek civaka wargehê em xwediyê demboriyek dûr û dirêj bi xwezayê re jiyan e. Civaka me ya heyî her dem ji xwezayê sûd girtiye û bi xwezayê re jiyaye. Wê demê em niha ji dikarin ji xwezayê sûdê bigrin û sûd bidin xwezayê. Di nava wargehê de em di jiyana xwe ya rojane de çend zererê didin xwezayê gelo?