Cezayê li Gulser Yildirim hatibû birîn hat îptalkirin!
- 16:48 19 Tebax 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Ji bo Gulser Yildirim a Parlamentera HDP'ê ya serdema berê ya Mêrdînê bi hinceta "endama rêxisinê ye" 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hatibû dayîn. Ceyzayê li Gulserê hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Herêma Dîlokê ya Edliyeyê ve hat îptalkirin.
Cezayê 7 sal û 6 meh ê girtîgehê ku li Parlamentera Serdema berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Gulser Yildirim ji aliyê 3'emîn Dadgeha Cezayê GIran a Mêrdînê ve bi îdaya "endama rêxisitnê ye" hatibû birîn ji aliyê 4'emîn Daîreya Cezayê Dadgeha Herêma Dîlokê ya Edliyeyê ve hat îptalkirin. Dadgeha ku serlêdana parêzerên Gulserê qebûl kir diyar kir ku ji bo Gulserê dozeke din a li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê tê dîtin heye.