Şêniyên Serêkaniyê êrîşên dagirkeran ên li ser Şenagalê Şermezar kirin
- 14:10 19 Tebax 2018
- Rojane
Dîlber Mihemed
SERÊKANIYÊ - Jinên êzîdî yên bajarê Serêkaniyê ku êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê şermezar kirin û wiha gotin:" Jinên êzidî bûne xwedî îrade û bi hêzeke xweit diarin tola 74 fermanan hilînin."
Jinên êzîdî ên bajarê Serêkaniyê girêdayî Kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê nerînên xwe anîn ziman û êrîşên tên kirin bi tundî şermezar kirin.
Endama Mala Êzîdîya ya bajarê Serêkaniyê Diyala Şêxo ku êrîşên dewleta tirk li ser Şengalên şermezar kirin got: " Jinên êzîdî bûne xwedî îrade û bi hêzeke xurt dikarin tola 74 fermana hilînin. Şehadeta Mam Zekî Şengalî ku di encma êrîşên delweta tirk ên li ser Şengalê de pêk hat me gelek xemgîn kir. Lê tu carî nikarin îradeya me bişikînin."
Her wiha endama Mala Êzîdiyan a bajarê Terbispiyê Leyla Ibrahîm, jî êrîşên dewleta tirk ku li ser Şengalê pêk anîn şermezar kirin û wiha got" Êrîşên dewleta tirk li ser kurdan ne ji niha de ne dijmantiya tirka bi kurdan re gelek kevn e û ez van hemû êrîşan şermezar dikim. Ev bû 74 ferman ku li dijî êzidiyan tên kirin. Lê dîsa em li ber xwe didin û em tu car nakevin."