1'emîn konferansê HPC'ê li Kantona Kobanê dest pê kir

  • 11:31 19 Tebax 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Li Kantona Kobanê 1'emîn Konfransa Hêzên Parastina Civakê (HPC) bi dirûşma" Bi felsefeya Rêber Apo û ruhê şoreşa gelan, em xwe bighînin asta gelê şerger, welatê xwe biparêzin û Efrînê rizgar bikin" dest pê kir.
 
1'emîn konferansê HPC'ê li Kantona Kpbanê bi tevlîbûma 800 delegeyên ji Kobanê û navçeyên wê, Kantona Kobanê û navçeyên wê, sazî û dezgehên rêveberiya xweser ya demokratîk, li salona Newrozê ya bajarê Kobanê dest pê kir.
 
Li salona konferans lê hat lidarixistin wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullaho Ocalan, wêneyên şehîdan, alên HPC`ê û HPC`ê Jin, û pankarta " Divê jin bi zanabûn û îradeya xwe bikaribe xwe biparêze, Hêza parastina civakî bingeha wekheviya gel e û misogeriya Sûriyeke demokraîtk e" hat xemlandin.
 
Konfransê bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna pakrewanên azadiyê dest pê kir, paşê jî hevserokê desteya Parastinê yê herêma Firatê Usmet Şêx Hesen axivî Usmet Konfrans pîroz kir û got ku di rewşeke wiha de lidarxistina konfransê gavekê pîroz e. 
 
Kongerans bi xwendina perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike.