Li Colemêrgê 30 herêm li welatiyan hatin qedexekirin
- 10:20 19 Tebax 2018
- Rojane
COLEMÊRG - Walîtiya Colemêrgê daxuyanî da û diyar kir ku li 30 herêmên girêdayî navçe û navenda Colemêrgê ji bo 14 rojan li çûn û hatinê qedexe kiriye.
Walîtiya Colemêrgê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku li 30 herêmên girêdayî navçe û navenda Colemêrgê ji 22'ê Tebaxê heta 5'ê Îlona 2018'an "Herema ewlehiya taybet" îlan kiriye û ji kedin û derketinê re hatiye qedexekirin.