Parêzer Newroz Uysal: Azadiya Abdullah Ocalan êdî ferz e
- 09:48 19 Tebax 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Mafê hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi hincetên cuda ev 8 sale tê astengkirin. Parêzer Newroz Uysal diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê tê meşandin li cihekî din tune û got azadiya Abdullah Ocalan êdî ferz e.BI DÎMEN
Hevdîtinên parêzeran ên bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha bi hinceta ‘koster xerabeye’, ‘muxalefeta hewayê’ tên astengkirin. Ji îlona 216’an heta niha jî Abdullah Ocalan bi malbata xwe re jî nikare hevdîtinê bike. Parêzer Newroz Uysal der barê pêvajoyê de pirsên me bersivandin.
*Serlêdanên ji bo hevdîtinê her tim bi hinceta OHAL’ê tên redkirin û piştî OHAL rabû dîsa serlêdan hatin redkirin. Hun vê rewşê çawa dinirxînin?
Em ji Birêz Abdullah Ocalan û sê kesên ligel wî bi salan e agahiyê nagirin. Ji 1999’an heta niha em pêvajoya tecrîdê vebêjin jî her diçe bi polîtîkayan re em bi girtîgehek giravê ya bêdeng re rû bi rû ne. Em bi tu awayî têkiliyê nikarin deynin. Em nikarin bi tu awayî pîşeya xwe ya parêzeriyê bînin cih û mafê herî sereke û rêgezên netewî û navneteweyî tune hatine hesibandin. Ligel vê Birêz ocalan yê bi salane tenê jiyana xwe didomîne li wir e. Ev 8 sal e em nikarin hevdîtinê bikin.
*Mînakek din ya tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li cîhanê heye?
Ev mînakek tecrîdêya ku li tu derê cîhanê tune ye. Bi OHAL’ê re KHK hatin derxistin. Piştî îlankirina OAL’ê şûnde ya ewil hat kirin hat xwestin ku pêşî li ragîhandina li Îmraliyê bê girtin. Me serî li merciyên têkildar û Dadgeha Destura Bingehîn da. Me ev rewş ji saziyên têkildar û CPT re ragîhand. Lê niha OHAL ne mijara gotinê ye.
*Agahiya we ji faliyetên jiyanî yên Abdullah Ocalan hene?
Bi biryara nû hatiye girtinê re bi qanûnîbûna biryara ku bingeha xwe ji KHK’ê digire re mafên ragîhandina 3 girtiyê bi 3 mehan hatiye sînorkirin. Der barê parêzeran de qedexeyek vekirî ne mijara gotinê be jî em hîna wek parêzerên wî nikarin pê re hevdîtinê bikin. Em her hefte wek malbat û parêzer serlêdanan dikin. Ji îlona 2016’an heta niha me bi tu awayî ji girtîgeha Îmraliyê agahî negirtiye. Hemû têkilî û hevdîtin hatin qûtkirin. Bêdengî heye.
*Di nokteya rakirina tecridê de wê hewldanek cuda hebe?
Ji bo em vê çareser bikin em hemû serlêdanên xwe didomînin. Lê êdî ev diyare ku azadiya Birêz Abdullah Ocalan ferz e.