ROJEVA 19'Ê TEBAXA 2018'AN

  • 09:00 19 Tebax 2018
  • Rojev
*Di dema qedexeyan de li Geverê 79 kes bi guleyên hêzên dewletê hatine qetilkirin û bi hezaran mal hatine şewitandin. Jina bi navê Menîce Aykut a ku 20 rojan di bin dengê çekan de mayî rojên qedexeyê vegot. DÎMEN HEYE
 
*Destar yek ji çanda kevin ya dapîr û bapîran e. Emîna Isa jî parastina vê çandê dike û her zindî dihêle.
 
* Aynur Kiraç a li Pira Doksanaltilar bi kenê xwe ji her kesî re dibêje ‘rojbaş’  û boxaçayên bi xwe çêdike difiroşe.  BI DÎMEN
 
*Sekretera aboriyê ya KESK’ê Elîf Çuhadar diyar kir ku wê di rojên bê de krîz kurtir bibe û wiha got: “Divê em têkoşînê ne bi tena serê xwe em bi rêxistinî bidin. Ya esas ji sedî 99 e. Ji ber vê divê em têkoşînek mezin bidin û ji bin vê pêvajoyê rabin.”BI DÎMEN
 
*Ji ber bûhabûna dolar gel nikare ji bo cejnê şirînahî û şekir bistîne. Jinên Mêrdînê dan zanîn ku her tişt gelek bûha bûye û anîn ziman ku ew ji bo cejnê nikarin kîloyek şekir jî bistînin û bibin mala xwe.  BI DÎMEN
 
*Welatiyên berhemên ji  bîstan û erdên xwe hildiberînin û li ser riyan difroşin diyar kirin ku yek ji sedema krîza aborî ya herî mezin ev e ku piştgirî ji bo hilberîna herêmî nayê dayîn. BI DÎMEN
 
*Mafê hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi hincetên cuda ev 8 sale tê astengkirin. Parêzer Newroz Uysal diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê tê meşandin  li cihekî din tune û got azadiya Abdullah Ocalan êdî ferz e.BI DÎMEN