Xizmên windayan equbeta Mehmet Yildiz pirsîn

  • 16:43 18 Tebax 2018
  • Rojane
AMED - Di çalakiya rûniştinê ya 497'emîn de ku bi dirşma 'Bila winda bên dîtin kuşer bên darizandin' hat lidarixistin eqûbeta Mehemet Yildiz ê ku di 1994'an de di dema kontrola rê de li Hezroya Amedê hat binçavkirin û carekedin agahî jê nehat girtin hat pirsîn. 
 
Di çalakiya rûniştinê ya 497'emîn de ku bi dirşma 'Bila winda bên dîtin kuşer bên darizandin' ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizimên windayan ve li Parka Koşuyolyê li ber bîrdariya mafên mirovan hat lidarxisitin. Di çalakiya ku  wêneyên kesên winda hatin hilgirtin de Alîgirê Serokê  Giştî yê ÎHD'ê Racî Bîlîcî, Nûnerê Herêmê Abdulselam Înceoren, Serokê ÎHD'a Amedê Abdullah Zetun, endamên komeleyê, Parlamentera Amedê Remziye Tosun, xizmn windayan û aktîvîstên mafên mirovan tevli bûn. Di çalakiyê de eqûbeta Mehemet Yildiz ê ku di 22'yê Tîrmeha 1994'an de di dema kontrola rê de li Hezroya Amedê hat binçavkirin û carekedin agahî jê nehat girtin hat pirsîn. 
 
 'Kujer diyar in'
 
Di çalakiyê de Serokê ÎHD'a Amedê parêzer Abdullah Zeytun axivî û diyar kir ku ew wekî parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan, ji bo ku winda bên dîtin û kujer bên darizandin hefteya 497'an e çalakyê li dar dixin û daxwaza edaletê dikin. Lê di wijdanê me û xizmên windayan de kujer diyar in.
 
Di kontrola rê de hat binçavkirin û carekedin agahî jê nehat girtin
 
Piştî Abdullah Rêveberê ÎHD'a Amedê  Îrfan Ekîncî çîroka Mehemet Yildiz ê ku di 22'yê Tîrmeha 1994'an de di dema kontrola rê de li Hezroya Amedê hat binçavkirin û carekedin agahî jê nehat girtin xwend. Îrfan, diyar kir ku Mehmet Yildiz di 22'ê Tîrmeha 1994'an de dema diçû Navçeya Pasûrê ya Amedê li Gundê Karacakoyê yê Hazro, cendirmeyan nasnayewa wî kontrol kirin û ew binçavkirin. Îrfan, da zanîn ku 45 roj beriya ku Mehmet Yıldız bê windakirin, li mala xwe ya Amedê hatibû binçavkirin. 3 rojan di bin çavan de ma û hat berdan. Îrfan, da zanîn ku li Gundê  Karacakoyê yê Hezroyê di 22'ê Tîrmehê de li gel Mehemet Yildiz , Mehmet Aktar û Mehmet Şirin jî hatin binçavkirin û 3 kes bi hevre birin Fermandariya Cendirmeyan a Hazroyê. Ekîncî, anî ziman ku Aktar, bi hevkariya xizmên xwe yên cerdevan hat berdan û Mehmet Yildiz jî piştî hat binçavkirin carek din agahî jê nehat girtin.
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya ji bo windayan a 5 deqeyan bi dawî bû.