Li Karabukê kuştina bi guman a bi çeka polîs
- 13:46 18 Tebax 2018
- Rojane
KARABUK - Li Karabukê hat îdakirin ku jina bi navê Pinar E. bi çeka polîs A.G. întîhar kiriye. Pinar E. a ku birîdar rakiribûn nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Li Karabukê hat îdakirin ku jina bi navê Pinar E. bi çeka polîs A.G. întîhar kiriye. Cîranên A.G. Diyar kirin ku her ji mala A.G. dengê niqaşan dihat û piştî wê jî dengê çekê hatiye. Têmên endirustiyê ku li ser agahdarkirina derdorê hatin cihê bûyerê Pinar E. rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Karbukê. Pinar a ku girtin bin dermankirinê hat ragihandin ku jiyana xwe ji dest daye.
Polîs A.G. jî piştî bûyerê hat binçavkirin.