'Hêzên ku ferman dan û yên ku êrîş pêk anîn heman kes in'

  • 10:44 18 Tebax 2018
  • Rojane
Nesrîn- Orîvan 
 
ŞENGAL - Berdevka tevgera azadiya jinên ezîdî TAJÊ  Ferîde Şengalî  derbarê êrîşên dewleta tirk ya li şengalê û şehadeta Endamê Koordînasyona Cîvaka Ezîdî Mam Zekî de axivî. Şengalî da diyar kirin ku li hemberî vê êrîşe bersiva herî xwurt wê wê ji hêzên hevkar re bê dayîn.
 
Di 15 Tebaxê de di encama topbarana dewleta tirk a şengalê de Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî jiyana xwe ji dest da  û du sivîl jî birîndar bûn. Êrîş di vegera ji 4'emîn Salvegera bîranîna Qetlîama Gundê Koçoyê de pêk hatubû. Derbarê mijarê de Berdevka Tevgera Jinên Êzîdî (TAJÊ) Ferîde Şengalî ku nirxadin kir wiha got:  "Erîşa dewleta tîrk ya li Şengalê ne jî Komkujiya Gundê Koçoyê cuda ye. Ev êrîş hemû di encama hevkarî û lihevkirina dijberî yekîtiye pêk hatine. Di 15 Tebaxê de salvegera Komkujiya Gundê Koçoyê bû. Gelek kesên ji başûrê Kuridstanê ji bo bîranînê hatibûn gund û rêveberîya me ya Şengalê jî derbasî gund bibû. Dema li vegerê êrîş hat kirin û Mam Zekî Şengalî jiyana xwe ji dest da."
 
'Em armanca vê êrîşê baş dizanin'
 
Ferîde di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku kesên di vê êrîşê de  cih girtine kesên navxweyî ne û em ê tola wê hilînin. Ebadî beriya vê êrîşê 3 rojan bi dewleta tirk re hevdîtin kir û Tiliya PDK'ê jî di êrîşê de heye.  Em armanca vê êrîşê baş dizanin. Armanc têbirina yekitya êzidiyan e."
 
'Ji bo yekitiya êzidiyan dixebitî'
 
Ferîde bahsa kesayeta Mam Zekî Şengalî jî kir û wiha dirêjî da axafitna xwe: "Mam Zekî bi taybetî ji bo yekitiya êzidiyan dixebitî û her dem di nava liv û tevgerê de bû.  Dijmin baş dizanibû ger ku yekitî pêk bê ew ê nikaribin gotinên xwe li ser êzidiyan fer bikin.  Weke civaka êzidî em ji duh ve gelek xemgîn in. Lê em ê vê xemgîniyê veguherînin tolhildanê û em ê tola Mam Zekî hilînin. Ji bo tifaqa êzidiyan em ê heta dawî li ber xwe bidin."
 
'Em ê berxwedana xwe mezintir bikin'
 
Ferîde herî dawî ev bang li êzidiyan kir: "Divê em êzidî netirsin. 24 saetan êrîş bi ser me de bên jî em paşve gavê navêjin. Ger ku di vê qetilkirinê de hevkarî tunebûna divê ku Iraq li dijî vê êrîşê bêdeng nemane. Ev bêdengî nîşaneya hevakariyê ye. Em ê heta dawiyê şodarên vê dozê bin û em ê yekitiya ku Mam Zekî dixwet di nava êzidiyan de pêk bînin. Bila tu kes bê hêvî nebe û herkes bila berxwedanê mezintir bike."