Jinên esnaf: Krîza aborî bi polîtikayên mijulkirinê nayê çareserkirin

  • 09:03 18 Tebax 2018
  • Rojane
WAN-Li Tirkiyeyê her roj Dolar bilind dibe û krîza aborî  zêde dibe. Ji vê yekê jî  herî zêde esnaf para xwe digirin. Jinên esnaf bertek nîşanî neçareserkirina krîza aborî dan û gotin ku krîz pêşiya pirsgirîkên mezin vedike. 
 
Piştî ku modela aboriya Tirkiyeyê a nû hate aşkerekirin, Dolar bilindtir  bû û krîza aborî li Tirkiyeyê mezintir bû . Jinên esnaf der barê aloziya aborî axivin û gotin ku ji ber polîtikayên şaş aboriya Tirkiyeyê dixetime û gotin ku krîz pêşiya pirsgirîka vedike, divê pêşiya wê bê girtin. 
 
'Ger wiha berdewam bike, em ê kargeha xwe bigirîn'
 
Fatma Kaya ya ku bi firotin û dûrtina cîlên otantîk debara malê dike anî ziman ku firotina tiştan her roj zehmetir dibe û wiha axivi:"Li gorî salên berê firotin pir zehmet bûye. Demên berê herî kêm 10 mûşterî dihatin. Lê  niha tu kes nayê.qumaşên ku di  destên me de em nikarîn bifiroşîn. Qumaşên ku me ji 10 metreyan dikirîn em niha nikarîn bikirîn. Ez heya êvarê ridûnim, tu kes nayê. Em nikarîn kireya kargeha xwe derbixîn. Ger ku  wiha berdewam bike, em ê kargeha xwe bigirîn. Hêza mirovan a kirînê qels bûye. Salên berê gava ku em diçûn danûstandinê kîloya firîngiyan 50 krş bû, niha bûye 4-5 TL. Esnafên biçûk êdî nikarin li ber xwe bidin. Sedema krîza aborî ew e ku li Tirkiyeyê hilberîn tune ye. Welat her tim girêdayî hêzên ji derve ye. Li Tirkiyeyê Pembû çêdibe, çima nayê hilbirandin? Çima em ji Çîn, Japonya yan jî ji Dubaîyê tînin. Sedema krîza aborî ev e. Sermaye bû takekesî û hilbirîn jî hate sekinandin. Krîza aborî  pêşiya pirsgirîka vedike, divê bê çareserkirin."
 
'Ji xeynî aboriyê her tişt di modela nû de hebû'
 
Mîhrîban Işik a ku li bazara Rusan dixebite jî daxuyand ku ew heya êvarê dixebitin lê keda wan vala diçe û wiha got:"Em serê sibehê kargehê vedikîn û heya êvaran dixebitîn. Bi rastî kar tune ye. Car caran em sifteh nakîn. Dolar bilind dibe û karê me zehmetir dibe. Parçeyê ku min berê bi 18 TL'yan difirot niha ez 25 TL dikirim. Ji ber buhabinê kiryar nakire. Em hemû tiştên difiroşin  bi Dolar dikirîn û bilindbûna Dolar karê me zehmet dike.  Her tiştek ji derve tê Tirkiyeyê. Ez bi rojene ewqas dixebitim, lê ez hemberî keda xwe tiştekî nabînim. Wezîrê maliyê modela aborî a nû daxuyand. Ji xeynî aboriyê her tişt di modela aboriyê de hebû. Krîza aborî pêşiya pirsgirîkên civakî û navxweyî vedike. Ji bo çareserkirina krîzê divê  hewl bê dayîn û polîtikayên rast bên meşandin."
 
'Krîz bi polîtikayên mijulkirinê  nayê çareserkirin'
 
Felek Karabulak ku ew jî li bazara Rusan dixebte j bal kişand ser polîtikayên heyî û got ku Dolar bi polîtikayên bihêz dê bê sekinandin û wiha berdewam kir:"Tu rewşa me tune ye. Em ne dikarîn danûstandinê dikîn, ne jî em kar dikîn. Mîna berê tu kes danûstandinê nake. Her roj Dolar bilind dibe. Sedêma bilindbûyina Dolar polîtikayên şaş in. Dolar encex bi polîtikayên  bihêz û rast dê bisekine. Rojên me pir zor û zehmet derbas dibin. Em wekî  civak pêvajoyeke krîz derbas dikîn. Ez rojê tenê 20 TL'yan qezenc dikim. Kireya malê û kargehê ez bi qezenckirina vî pereyê didim. Ev çend meh derbas bûn, ez nikarim kireyê bidim. Gel nêçar e. OHAL hatiye îlankirin heya niha ev krîze berdewam dike. Krîz bi polîtikayên mijulkirinê ve  nayê çareserkirin. "