Di dawiya kongereyê de rêveberî hat hilbijartin
- 16:45 17 Tebax 2018
- Rojane
Dimen heye
RIMEYLAN - Kongreya 7'emîn a Kongreya Star ku bi duruşma "Bi rihê berxwedana serdemê em ê Şoreşa jinê civakî bikin" doh dest pê kiribû îro bi hilbijartinan bi dawî bu.
Kongreya 7'emîn a Kongreya Star ku bi duruşma "Bi rihê berxwedana serdemê em ê Şoreşa jinê civakî bikin" doh dest pê kiribû îro bi hilbijartinan bi dawî bu. Di hilbijartina hat kirin de kesên wekî Kordînasyon hatin hilbijartin hatin nasandin.
Di hilbijartinan de 5 kesên ku wekî koordînasyon hatin hilbijartin navê wan wiha ye; Evîn Swêd, Mona Yusuf, Dalya Henan, Madlîn şêx xîdîr û Hedîye Şemo ne. 8 rêveber jî, ji bo nunerê komîteyan hatin hilbijartin û navê wan wiha ye; Mulkiye Huso ya lujneya Têkîlîiyên dîplomasî ya kongreya Star, Rîhan Loko Komîteya Perwerdeyê, Hêvîdar Koçer a Parastinê,Hurîye Şemdîn Komîteya Aborîyê Ruken Muhemd, Komîteya çandî, Zeynep Sarûxan, Komîteya Sîyasî, Gulîstan Elî komîteya Civakî, Newroz Eshed,Meclîsa Edaletê ne. Herwiha wê komîteya şaraderiyê û ragihandinê jî piştre li qada xwe werin hilbijartin û kesên di komîteyê de cih bigirin wê bi giştî bibin 10 kes.
Pîştî hilbijartina rêvebetiya nuh Kongre bi kêfxweşî û coşeke mezin bi dawî bû. Di dawiya Kongreyê de duruşma "Jin jiyan azadî" hat berzkirin.
Hêjayî gotitê ye ku pîştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê cara yekem bi efqas hêjmar tevlîbûna Kongreyeke, Kongra Star tê çêkirin. Ji her aliyê Rojhilata Navîn, Ewrupa û Kurdistanê jin bi bladarî û mereqeke mezin tevlî bûn.