Malbata Abdullah Ocalan ji bo cejnê serlêdana hevdîtinê kir

  • 14:06 17 Tebax 2018
  • Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo ku hevdîtina Cejna Qûrbanê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
 
Xwişk û birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan û vasiyê wî Mazlum Dînç ji bo  Cejna Qûrbanê biçin li Grava Îmraliyê hevdîtinê bikin, bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
 
Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar û xwişka Veysel Aktaş, Sabîha Aslan jî bi heman armancê bi rêya parêzeran serlêdan kirin.
 
Serlêdan hat redkirin
 
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Sînan Zîncîr bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin cara 781’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dabûn. Serdozgeriyê serlêdana parêzeran nirxand û red kir. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve ev bû cara 781’emîne daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re tê redkirin.
 
Serlêdana hevdîtinê ya parêzeran ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve bi hincetên mîna “muxalefeta hewayê”, “keştî xerabe ye”, “keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte” 781 car hatin redkirin.