'Jin îro dîroka xwe bidestê xwe dinivîsin'
- 11:59 17 Tebax 2018
- Rojane
Rûken Goman
GIRIKÊLEGÊ - di Kongreya 7'emîn a Kongreye Star de axvtinên girîng di derbarê rola jin û misyona wê di şoreşê de hatin kirin. Endama rêveberiya Meclîsa Damezrêner a Fedrasyona Bakurê Sûriyê Foza Yûsiv diyarkir ku pêşeroj îro ya jina ye, jin îro dîroka xwe bidestên xwe dinîvîse."
Di di Kongreya 7'emîn a Kongreye Star de ku li Bajarokê Rimêlanê yê girêdayi Navçeya Girkêlegê hat lidarxistin de, axavtinên girîng derbarê pêşeroja jin û dîroka ku hatibû windakirin de hatin kirin. Endama Rêveberiya Meclîsa Damezrîner ya Fedrasyona Bakurê Sûriyê Foza Yûsiv da zanîn ku jin pêşenga Şoreşê ye û îro jî dîroka xwe bidestên xwe dinivîse.
'Pêşeroj a jina ye '
Endama Rêveberiye meclîsa damezrîner a Fedrasyona Bakûrê Sûriyê Foza yûsiv ev nirxandin kir: "Jiina rojavayê Kurdistanê îro dîsa dîrokê bi destên xwe dinivîse. Jinên xwedewend yên pêşengtiya civakan dikin, jina xwedî ked û rol , îro jinên Kongreya Star jî ked didin di rêvebirina Şoreşa Rojava û Sûriyê de pêşengiyê dikin. Ger ku ev ked û xebat nebûna ev guhertinên civakî çînedbûn. Jinênan ji bo ku jin bibe xwedî maf di serhiladanan de li himberî civakên deshilatdar yên ku dixwestin jinê tûne bikin têkoşîn dan. Em bi vê kongreya xwe gaveke din pêşve diçin û gavên nuh ava dikin. Weke destpêkirina Şoreşa me. Çawa ku cîhanê tevahî ji jinên Kurdistanî re, erkekê mezin dan, em jî li gor wê rêxisitna jinê xurt dikin ji bo ku bikarin xwe bighînin vê erkê. Kongreya Star çawa ku berî niha karîbû jinan bide pêş û wan fêr azadiyê bike, îro jî dê di vê pêvajoyê de gavên girîng biavêje."