'Em ê li dijî îxanetê li ber xwe bidin û bêdeng nemîin'

  • 10:35 17 Tebax 2018
  • Rojane
Nesrîn Hisên/Nûpelda Têkoşîn
 
ŞENGAL - Şênîyên Şengalê derbarê êrîşa balafirên şer ku ji hêla dewleta Tirk û hevkarên wê Iraqê ve li Şengalê li Gelîyê Şîlo pêk hat de nerazîbûn nîşan dan û nêrîna xwe anîn ziman.
 
Şênîyên Şengalê derbare êrîşa doh li Şengalê Gelîyê Şîlo pêk hatîye de axivîn. Şenîyan bi awayeke tund ev erîşa ku  bi xîyanatê pêk hatîye şermezar kirin û dan diyarkirin ku ev êrîşa di roja salvegera komkuji Koço de pêk anîn wê neyê jibîrkirin. 
 
Ji jinên Şengalê Rihîma Simko a ku êrîş şermezar kir wiha got: “Erdogan ji bo gellê kurd tune bike li gel her kesî hevkar e. Em bi xwe jî dizanin ku çi ferman komkujî hatiye ser civaka êzîdî bi hevkariya dewleta tirk pêk hatiye. Em xiyanet û hevkariya Erdogan qebûl nakin, şermezar dikin em ê bêdeng nemin. Heta ku ciwanek, kurdek li cihanê hebe wê hesab were xwestin. Bila hesab nekin ku kurd  wê werin tunekirin.  Heta ku dilopek xwîn di canê me da hebe em ji Şengalê dernakevin.”
 
Jina ciwan Meyase Îdo jî wiha nerazîbûna xwe anî ziman: “ Duh salvegera komkujiya Koço bû. Bi mebesta bîranên şehîdên Koço gellê me çubû bîranînê. Ew 74 fermanê ku li ser civaka êzîdî tê kirin.  Lê êzîdî ne hatine tunekirin. heta ku yek êzîdî hebê wê li ber xwe bidin. Em Erdogan şermezar dikin. Bila Erdogan ne bi dizî bi eşkerê vere şer bikê. Di rojeke wiha de erîş kirina Şengalê  bi hevkarî hatiye kirin. Hemû kes bi Erdogan re hevkar e.  Eger Iraq ne hevkarbûna  Erdogan nikaribû bi firoke xwe li me  bida. Dema fermanê da kesekî ji bo me alîkarî nekir.  Ger ku bikira DAÎŞ'ê êrîşî me nedikir. Erîşên ku li ser gellê êzîdî pêk tên bi zîhniyeta kesên mîna Erdogan tên kirin.”
 
Edlên Reşo jî di derbarê erîşên balafirên dewletên Tirk de wiha axivî: “Di rojeke wusa de agirê îxanetê geş kirin. balafirên dewleta tirk li Şengalê dan. Erdogan û Ebadî dest dan hev û îxanet li me kirin. Heta zarokekî, jinek, xorket êzîdiyan hebe, serê xwe li ber van êrîşan natewînin. "
 
Elî Hemid Reşo jî hevkariya Erdogan û Ebadî anî ziman û axaftina xwe wiha da dirêjkirin: “ Duh salvegera komkujiya Gundê Koço bû, Erdogan bi ser Şengalê de firokeyên xwe şandin û  erîş kir.  Dîsa xwestin civaka êzîdî tune bikin. Hîn kuştiyên ku di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dane ne cihên wan ne diyar e, hestiyên van ne diyare li ku derê ye, erîş li ser me tê kirin. Em li ber disekinin. Erdogan û Ebadî bi hevkarî bi ser me de tên.  Şermezarkirina me ya sereke Abadî û Barzanî ne eger van bi Erdogan re ekira Erdogan nikaribû tiştek bike."