'Şopdarên riya şehîdan misogeriya rizgarkirina Efrînê ne'
- 10:11 17 Tebax 2018
- Rojane
Lîlav Elî-Ferîde Zade
ŞEHBA-Di Konferansa Maclîsa Malbatên Şehîdan de ya ku bi dirûşma”Meşa li ser şopên Şehîdan misogeriya rizgarkirin Efrînê ye”bi beşadarbûna 400 delegan hat li darxistin malbatên Şehîdan diyar kirin ku şehîd doz û hebûna wan in û ji bo hildana tola Şehîdên ew ê tekoşîna azadiyê bilind bikin.”
Têkildarî Konferansa 6’emîn ya Meclîsa malbatên Şehîdan, Dayîk û Hevjînên Şehîdan gotin ku tu caran hêzên dagirker wê bi êrîşên xwe hêviyên me neşkînim. ji ber ku hêviyên me Şehîdên me ne.”
Rêveberiya hevjînên Şehîdan a herêma Efrînê Subihan Hisên Konferansa Meclîsên Malbatên Şehîdan li Rêberê PKK û Tevahî Şehîdan azadiyê pîroz kir û wiha got:”Bi rihê 15 ê Tebaxê ev konferansa Malbetên Şehîdan ya ku di nav hemû zor û zehmetiyê jiyanê de tê li darxistin gavekê mezin ji Malbatên Şehîdan re ye û wê bibe bersîv ji dagirkeran re.”
Malbatên şehîdan di berdewamiya axaftina xwe de wiha gotin:”îro hemû pêkhate cihê xwe di Konferansa Malbatên Şehîdan de digirin, ev jî tê weteya serkeftinê, misogeriya rizgarkirina Efrînê û pêkanîna Projeya Netewa Demokratîk.”
'Ev konferans vegera efrînê misoger dike'
Hevjîna Şehîd Remezan jî Fetma Şêx Bilo diyar kir ku di hundirê Konferansa 6’emîn de rewşa siyasî,rewşa rêxistinî, kar û xebat hatin nirxandin. Ev Konfernas wê vegera Efrînê bi xwe re bîne û hemû pêlanên Erdogan têk bibe.”
'Ev kar û xebat ji bo me destkeftiyên mezin in'
Seroka Desteya Kar û barên Civakî Erîfe Bekir jî Konferansa Meclîsa Malbatên şehîdan li Rêberê PKK ê û Malbetên Şehîdan pîroz kir û wiha got:”Îro em weke delege ji Rêveberiya xweser Tevlî konferansê dibin. Di konferansê de rapora salê hate nirxandin, di derbarê raporê de hat xuyakirin ku di nav hemû zor û zehmetiyan de Meclîsa Malbatên Şehîdan gelekê kar û xebat kiriye. Ev kar û xubat destkeftiyên herî meznin.”
'Li gel hemû zametiyan xebat berdewam e'
Her wiha hevjîna Şehîd Şahîn Nesrîn Cimo jî wiha got:”Li herêma Efrînê berxwedanekê bê hempa li hember teknîkên Dagikriya dewleta tirk hat nîşandan, îro li Kantona Şehbayê tevî zor ,zemetî û binpêkirina mafan a li dijî Efrînê û koçberiya jî karê civaka xwe avakirin û înşayê berdewam dikin.”
Nisrînê wiha dawî li axafitna xwe anî: " îro li Kantona Şehbayê bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo, xwîna Şehîdên Azadiyê konferansa 6’emîn tê li darxistin. Ev konferansa ku bi tevlîbûna 400 delegan ji hemû pêkhateyan hate li darxistin wê planên Erdoxan li ser Efrîniyan dike vala derbixîne.”