Gonul ya ku hestiyan boyax dike û ji nûve zindî dike

  • 10:10 17 Tebax 2018
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR- Gonul Yalçin destnîşan kir ku di cejna qurbanê de sewal bi awayekî komî tên qetilkirin û hestiyê sewalên mirî boyax dike û ji nû ve wan  zindî dike.
 
Gonul Yalçin hestiyên sewalên mirî yên ji xwezayê kom dike, boyax dike û ji nûve zindî dike. Gonul got mirov beyî di ferqa naqokiyên xwe de bin dijîn û wiha got: “Min wek hobî dest bi vî karî kir. Gelek kesî bertek nîşan dan. Yên vê balkêş dibînin, di cejna Qurbandê de qetilkirina 10 hezaran sewalî balkêş nabînin.”
 
Gonul piştî ku tayîna bavê wê di 1993’an de ji Gimgim a Muşê radibe, tên Îzmîrê bi cih dibin û ji wê demê de li vir dijîn. Gonul bi hevjînê xwe re li Ornekkoy marketê dixebitîn û di şevên dirêj yên zivistanê de jî berhemên text yên li kolanê dibîne, hestî û kevirên li dora behrê dibîne boyax dike.
 
Gonul di atolya biçûk ya li mala xwe ava kiriye de hunera xwe îcra dike û got: “Kurê min ji bo lîseya hunera xweşik xwe amadedikir. Bi saya vê min jî xwe kîfş kir. Dema mirov bixwazin xwe kîfş bikin teqez tiştek dibe sedem. Fikra boyaxkirina hestiyan jî wisa derket pêş. Min hestî digirt li malê dipijirand. Min hestî wisa kîfş kir. Min her roj ji qesab hestî girt. Min tasa serî jî ji xwezayê dît. Min kaşilên kusiyan jî ji xwezayê kom kirin. êdî kesên hestiyan dibînin tînin ji min re. Ez wan rengîn dikim, wan zindî dikim."
 
‘Ya balkêş ne ezim, ewin’
 
Gonul ewil hestiyan dipijirîne, ji runê wan digire, piştre di maşîneya firaqan de dişo û piştî ziwa dibe, zimpe dike û tîne rewşa ku boyax bike. Gonulê da zanîn ku kesên wê balkêş dibînin, di esasê de nikarin bi xwe re tên rû hev û got ya balkêş ne ewe, yên wê balkêş dibînin, di esasê de balkêşin.