Sûriya Şakir: Pêşetina jinê pêşketina civakê ye

  • 09:03 17 Tebax 2018
  • Rojane
Dîlber Mihemed
 
SERÊKANIYÊ-Dayika bi nave Sûriya Şakir a ku  bi firotina cil û bergan derbara xwe dike, diyar kir ku keda jinê ji bo hemû civakê girîng e û bang li hemû jinan kir ku di nava qada kar  de cihê xwe bigirin.
 
 Dayika bi nave Sûriya Şakir ku 58 salî ye  dayika 6 zarokan e. Sûriya li bazara navendî a Bajarê Serêkaniyê bi hevjînê  xwe re cil û bergan difiroşe. Sûriyayê balê dikişîne ser girîngiya keda jinê  û dibêje ku ji bo hemû civakê keda jinê girîng e. Dayika Sûriya piştî hemû zarokê wê derketin dervî bajêr dest bi firotina cilan li ser bestê kir. Sûryayê got ku ew bi karê xwe serbiinde û ji ber ku hildiberîne kêfxweş e. 
 
 Sûriya Şakir destnîşankir ku piştî hemû zarokê wê derketin derveyê bajêr wê dest bi firotina cilan kir,û wiha got: "Zarokên min ev bû demek dirêj ji bajêr derketine, li vir ez û hevjînê xwe û dayika hevjînê xwe mane. Ev du sal in ku me dest bi firotina cil û bergan kiriye. Demekê ji ber ku ez nexweş bûm nexebitîm."
 
'Ji ber tendirustiya xwe ez zehmetiyê dikşînim`
 
Sûriyayê derbarê karê xwe de wiha got: "Karê min li ser vê bestê baş derbas dibe. Saet ji 8'ê sibehê  têm û heta dozdehê nîvroyê dimînin.  Lê ji ber tendirustiya min ne baş e piştî nîvroyê ez nikarim  bixebitim. Dema ku cejn nêzîk dibe karê me zêdetir dibe. Dema ku kar zêde be hinekî zahmetiyna dikişînim. Lê ji ber ku debara xwe dikim kêfxweş im."
 
'Serketina jinê serketina civakê ye' 
 
Sûriyayê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelek zehmet e lê ez ji karê xwe hez dikim. Em berhemên xwe bi bihayekî kêm difiroşin.  Ez xebatê pêşniyarî hemû jinan dikim ji bo ku tevli nava civakê bibin. Divê jin debara xwe bi xwe bikin û mihtacî kesekî nebin. Pêşetina jinê pêşketina civakê ye."