Kongerya Star dê sibe 7'emîn Kongreya xwe berdewam bike!
- 18:40 16 Tebax 2018
- Rojane
GRIKÊLEGÊ - Kongreya 7'emîn a Kongreya Star ku bi dirûşma "Bi rihê berxwedana serdemê em ê şoreşa jinê civakî bikin û wê du rojan berdewam bike roja wê ya yekemîn bi niqaşên girîng bi dawî bû.
Kongreya 7'emîn a Kongreya Star ku bi dirûşma "Bi rihê berxwedana serdem em ê şoreşa jinê civakî bikin û wê du rojan berdewam bike roja wê ya yekemîn bi niqaşên girîng ên li ser raporê bi dawî bû. Di kongrê de li ser asta bakurê Sûriyê tevlîbûna jinan çêbû. Her wiha şandeyên derve jî bi tevlîbûneke xurt ji jinên ji Başûr, Şengal,Heleb û şamê pêk hat.
Di roja yekem a kongreyê de pespektîfên Rêberê PKK ê Abdulah Ocalan hatin xwendin. Her wekî din rapora 2 salan a xebata Kongreya Star hat xwendin û nîqaş li ser hatin kirin. Di nirxandinan de jinan bal kişand ser destkeftiyên ku tevgera jinê di şoreşa rojava de bi dest xistiye û rol û misyona jinê di şoreşa rojavayê kurdistanê de hat niqaşkirin û li hember kêmasiyan rexnedayin hat dayin.
Her wiha di kongireyê de jinan êrîşên dewleta tirk ên li ser Şengalê hatin kirin jî şermezar kirin û şehîd bi rûmet bi bîr xistin.
Kongre dê sibe ji cihê mayî berdewam bike.