Ji bi 760 mamosteyan perwerde hat destpêkirin

  • 16:55 16 Tebax 2018
  • Rojane
TIL TEMIR - Ji bo bilindkirina asta perwerdê 760 mamosteyên ku ji pêkhateyên kurd ereb pêk tên û di nav wan de 484 jin jî hene ji bo 2 mehan dest bi perwerdê kirin. 
 
Bi armanca bilindkirila asta mamosteyan û ji bo çareserkirina pirsgirkên ku di sala çûyî ya perwerdeyê ji bo 760 mamosteyên ku 484 ji wan jin in ji bo 2 mehan perwerde aht destpêkirin. 
 
Li ser navê Komîsyona Ziman Mizgîn derbarê perwerdeya mamosteyan de nirxandin kir û wiha got: "Destpêka Şoreşê em di rewşek awarte de bûn lewma ewqasî pirsgirêk derdiketin.  Lê niha em hewl didin kêmasiyên ku derketibûn û derdikevin di aliyê xwendin û fêrkirina zarokan de bi perwerdekirina mamosteyan derbas bikin. Mamoste pêşeroja civakan ronî dikin û  em ê jî hewl bidin li gorî wê tevbigerin."