Waliyê Dêrsim: Dîmen ne aîdê Dêrsimê ne

  • 15:49 16 Tebax 2018
  • Rojane
DERSIM – Şewata li Alîbogaziya navçeya Xozatê zêdeyî hefteyekê ye didome. Bi hinceta “ewlehiyê” mudaxeleya şewatê tê astengkirin. Walî Tuncay Sonel got wêne ne yên Dersimê ne. Hunermend Ferhat Tunç jî dîmenek ji 46 saniyeya pêk tê parve kir û banga îspatê li walî kir. 
 
Li herêmên Degîrmendere, Zogar, Zenge, Koçerî, Bozan, Koskozulca û Dundul ên girêdayî Alîbogazî ya bi ser navçeya Xozata Dersimê ve şewata ji hefteyekê zêdetir e destpê kir didome. Şewat her ku diçe berfireh dibe û bi hinceta “herêma qedexe û ewlehiyê” destûr nayê dayîn welatî biçin mudaxele bê kirin. Walî Tuncay Sonel, nûçe û wêneyên “Dersim dişewite” yên li ser tora civakî belav dibin kir hedefa xwe. 
 
Walî Tuncay Sonel parast ku ekîbên agirkujiyê ketine tevgerê û mudaxeleyên pêwîst kirin e û ev îdia kir: “Di hen hesabên tora civakî û riya çapemeniyê agahiyên qirêj yên mîna ‘Dersim dişewite’ rastiyê nade nîşandan. Wêneyên tên parve kirin ne aîdî bajarê me ne. Ekîbên me yên miduriyeta karê daristanan mudaxeleya pêwîst kirine û şewatê xistine bin kontrolê. Ji bilî bajarê me li tu deverê din şewat nîne. Ev nûçe ji aliyê hin aliyan ve bi qestî derdixin pêş û dixwazin aramiya bajarê me xera bikin.” 
 
Hunermend Ferhat Tunç jî bertek nîşanî daxuyaniya walî da û qeyda dîmenên ji 46 saniyeyan pêk tê parve kir. Ferhat Tunç ê li ser hesabê xwe yê tora civakî dîmen parve kir û wiha got: “Waliyê Dersimê di daxuyaniya xwe de dibêje ku wêne ne aîdî Dersimê ne. Ev vîdeo duh li Alîbogaziyê hatiye kişandin. Heke ku vîdeo ne aîdî vir be bila îspat bike. Heke îspat bike ez ê biçim jê lêborîn bixwazim.”