MYK HDP’ê: Gelo kesên li Şengalê dijîn ne sivîl in?

  • 15:27 16 Tebax 2018
  • Rojane
ENQERE - MYK HDP’ê êrîşa hewayî ya TSK’ê ya li ser Şengalê şermezar kir û got: “Em bi awayekê herî xurt vê êrîşê şermezar dikin. Bi polîtîkayên şer tu pirsgirêk li herêmê çareser nabin, berevajî wê pirsgirêk girantir bibin.”
 
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê êrîşa hewayî ya Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) a li ser Şengalê ku di êrîşê de endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengal (Îsmaîl Ozden) jiyana xwe ji dest da de, daxuyaniyek nivîskî weşand.  MYK’a HDP’ê di daxuyaniya “Qey kesên li Îdlîbê dijîn sivîlin, 90 hezar kesên li Şengalê dijîn ne sivîlin?” de wiha got: “Hikûmeta AKP'ê hemû polîtîkayên xwe yên rê li ber krîzê vedikin didomîne. Yek ji sedemên krîzê polîtîkayên şer û şîdetê ye û di vê polîtîkayê de israr kirine. Bi rêya polîtîkaya şer dixwaze bala civakê ji ser krîza aborî bibe. Bi sorkirina neteweperestî û dijminatiya li biyaniyan, dixwaze pêşî li nerazîbûna gel bigire."
 
'Jin wekî ganîmeta şer esîr gitin'
 
Rêveberiya HDP'ê êrîşa bi balafirên şer a 15'ê Tebaxê li Şengalê pêk hat, weke êrîşa li dijî civaka Êzidî bi nav kir û wiha domand: "Gundê Koço yê bi ser Şengalê ku bû hedefa êrîşê, navenda komkujiyê bû ku DAÎŞ'ê sala 2014'an li civaka êzidî kir. DAIŞ'ê ku 3'ê Tebaxa 2014'an êrîşî Şengalê kir, komkujiya herî mezin li gundê Koço kir. DAÎŞ'ê hemû mêrên li gund kuşt û jin jî weke 'ganîmeta şer' êsîr girt. Êrîşa ku bi balafirên şer di salvegera komkujiyê de hate kirin, bi ti awayî ne rewa û ne mafdar e."
 
'Tifaqa li dijî kurdan berdewam e'
 
HDP'ê bi bîr xist ku êrîş piştî hevdîtina bi hikuûmeta Iraqê re hatiye kirin pêk hatiye û wiha pêde çû: “Ev yek nîşan dide ku tifaqa dij kurd û statukoparêz a li Rojhilata Navîn dewam dike. Feraseta ku dixwaze bi polîtîkayên şer pirsgirêkan çareser bike, sedema bingehîn a krîz û kaosê ye. Ev êrîş dewama Fermana 73'an a Şengalê ye. Li Şengalê 90 hezar sivîl hene. Bi asayîbûna jiyanê re Êzidî li cih û warê xwe vedigerin û ev mirov ji xwe re jiyaneke nû ava dikin.”
 
'Bi polîtîkayên şer çareserî ne pêkan e'
 
MYK HDP’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “AKP bi polîtîkayên şer nikare welat ji nava krîza aboriyê derxîne. Em ne mecbûrî şer, tundî, krîz û polîtîkayên kaosê yên desthilatdariyê ne. Bi navê HDP'ê em bi awayekê herî xurt vê êrîşê şermezar dikin. Bi polîtîkayên şer tu pirsgirêk li herêmê çareser nabin, berevajî wê pirsgirêk girantir bibin.”