Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
- 15:22 16 Tebax 2018
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo bi miwekîlê xwe re hevdîtinê bikin cara 781’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Sînan Zîncîr bi boneya bi miwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin, cara 781’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Daxwaza hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve 780 car bi hincetên mîna “muxalefeta hewayê”, “keştî xerabeye”, “keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte (OHAL)” hat redkirin.