Kongreya Star 7'emîn Kongreya xwe da destpêkirin
- 12:32 16 Tebax 2018
- Rojane
GIRKÊLEGÊ - Li Bajarokê Rimêlanê Kongerya Star bi dirûşma "Bi rihê berxwedana serdemê em ê şoreşa jinê civakî bikin" 7'emîn Kongreya xwe da destpêkirin.
Li Bajarokê Rimêlanê yê giradayî navçeya Girkêlegê li navenda çand û hunerê ya Aram Tîgran Kongreya Star 7'emîn Kongireya xwe dirûşma "Bi rihê berxwedana serdemê em ê şoreşa jinê civakî bikin" da destpêkirin. Kongire bi tevlîbûna 700 delegeyên ji herêmên Bakurê Sûriyê yên wekî Cizîr, Efrînê, Kobanê, Reqa ,Dêrezorê, Minbicê, Tebqayê ku tevli bûn hat destpêkirin. Her wiha heyetên ji derve yên ku ji bajarên wekî Şam, Heleb, Şengal û welatên Ewropa jî hatin tevlî kongreyê bûn.
Kongira bi deqeyekê rêzgirtina ji bo berxwedêrên azadiyê hat destpêkirin. Li ser navê Tevgerên jinên Kurdistanê axavtin hatin kirin" û di axafitnên hatin kirin de kongre li tevahî jinên Kurdistanê hat pîrozkirin. Di berdewamiya axafitnan de wiha hat gotin: " Îro kombûna me ya li vêderê şoreşek e. Jinên ku bi salan e bi hêza xwe û rêxistina xwe têkoşînê didin hebûna xwe diyar kirin. Kombûneke ewqas jinên xwedî xeyalin ku li Rojhilata navîn di nav şerekî giran de bersîva ji tevahî deshilatdaran û kompilogeran didin. Jinên wê bi yek fikir û yek dengî van komployan têk bibin. Jinên ku li rojavayê Kurdistanê pêşengiya hemû jinên cîhanê kirin û bûn sembolên berxwedanê dibêjin tûcarî tû kes dê nikaribe îradeya me têk bibe."
'Ev jin ji ber serkeftina xwe bi kelecan in'
Berdevka Kongreya Star a Bakurê sûriyê Evîn Siwêd a ku axivî jî wiha got:"Îro jinên kurd isbat kirine ku di tevahî qadên jiyanê û Şoreşê de hebûne û dibêjin ku ew îradeya tevhî mirovahiyê temsîl dikin. Ev jîn ji ber serkeftina xwe bi kelecaneke meizin in. Van jinan ji despêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve tekoşînekê bê hempa da meşandin. Ji bo wê jî dê tim tekoşîn bê mezinkirin û ev kongire dê bibe çareseriya pirisgirêka tevahî jinan li bakûrê Sûriyê."
'Jina xwedî hêz wê têkoşîna xwe berdewam bike'
Li ser navê Tevgera jinên êzdî Nehla Yûsiv a ku axivî jî ev tişt got:"Ez hemû jinên li vê kongreyê amade silav dikim Jin bûye xwedî bawerî û ti kes nîkare jinê êdî biçewisîne. itfaqa jinan naye tûnekirin. jina xwedî hêz wê tim tekoşîna xwe berdewam bike."
Kongire bi axvtinan dewam dike. Li gorî bernamayê kongirê wê 2 rojan bidome. Di kongreyê de wê pespekfîvên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan werin xwendin û nîqaş li ser werin kirin. Her wiha wê rewşa siyasî û rêxistinî û rapora 2 salan a kar û xebatê jî di vê kongeryê de were xwendin û nîqaş li ser were kirin.