Rizgarkirina Minbicê dîroka Bakurê Sûriyê guhert!

  • 11:59 16 Tebax 2018
  • Rojane
MINBIC- Jinên Minbicê û mêvanên ku tevlî şahiya 2'emîn Salvegera rizgarkirina bajarê Minbicê bibûn, nêrînên xwe anîn ziman û wiha gotin: “Rizgarkirina Bajarê Minbicê ji Çeteyên DAÎŞ’ê dîroka bakurê Sûriyê  guhert. Wê tu kes jî nikarbe vê yekê têk bibe.”
 
2'emîn salvegera rizgarkirina Minbicê ji Çeteyên DAÎŞ’ê bi amedebûna tevahî gelên  Bakûrê Sûriyê û pêkhateyên ku di Minbicê de dijîn hat li dar xistin. Mîkrofona Jinnews’ê jî li qada şahiyê bû û nêrînên jinan girtin.
 
‘Şahiya rizgarkirine Newroza 2'emîn Ne’
 
Fewziya Hiso ku bi cil û bergên kurd yên gelerî tevlî şahiyê bû  diyar kir ku şahiya rizgarkirinê newroza 2'emîn ne û wiha got: “Ev du salin Minbic rizgar bûye, ji bo vê jî em îro  bi vê munasebetê cejna xwe pîroz dikin. Em vê rojê wekî  Newrozê pîroz dikin. Ji ber ku ji bo me roja vejîn û ronahiyê ye. Ji bo vê jî em îro gelekî kêfxweş in. Em ji bo her kesî dibêjin ku li Minbicê her kes bi awayekê aram dijî. Bi boneya vê rojê jî em li hêviya rizgarkirina hemû bajarên di bin dagirkeriya dijmin de ne.”
 
‘Çawa Minbic rizgar bû wê Efrîn jî rizgar bibe’
 
 Amne Xidir ku ji Kantona Şehbayê hat û tevlî pîrozbahiyê bû wiha axivî: “Em ji Kantona Şehbaiyê hatine da ku em kêfxweşiya rizgarkirina  Minbicê bi gelê wê re parve bikin. Îro rojeke dîrokî ye, him ji bo me û him ji bo gelê Minbicê. Beriya ku em vê rojê li kesan pîroz bikin, divê em keda şehîdên xwe pîroz bikin. Ji bo vê jî silavên hemû gelê Şehba û Efrîniyên li wir ji malbatên şehîdan re hene. Rizgarkirina Minbicê xwîna tevahî Sûriyê kir yek. Ji bo vê jî Efrîna ku me bi xwîna hezaran şehîdan rizgar kir, em ji dagirkeriyê re nahêlin û gelê Efrînê ku ji Bajarê xwe derketin wê Efrînê ji Turkiyeyê re nehêlin.”
 
‘Azadiya Minbicê daweta serkefitnê ye’
 
Di heman demê de Emel Bozgeyik ku bi eslê xwe Tirkmene destnîşan kir ku pîrozbahiya rizgarkirinê rengê Minbicê diyar kir û wiha got: “Îro em li daweta serkekftinê ne, îro ji bo hemû pêkhateyên Minbicê rojeke dîrokî ye. Roja têkçûyîna hovîtiya Çeteyên DAÎŞ’ê ye ku em di tarîtiyê de fetisandibûn. Lê îro bi rengê hemû Minbiciyan em roja rizgarkirinê pîroz dikin.”
 
‘Minbicê deriyê rizgarkirina bakurê Sûriyê vekir’
 
Herî dawî jî Numan Evdikê ku endama Komîteya jinên rewşenbîr ya Herêma Cizîrê ye kêfxwşiya xwe wiha anî ziman: “Em îro pir kêfxweş û şehnaz in ku em tevlî salvegera rizgarkirina Minbicê bûne. Ji bo me rizgarkirina Minbicê pir cuda ye. Ji ber ku bi saya vê rojê tevahî Bakurê Sûriyê jî hat rizgarkirin. Ev şahî jî bersiva herî xurt e ji bo dijminan. Minbicê deriyê rizgarkirina bakurê Sûriyeyê vekir.”