Jinên Bajarê Serêkaniyê tundiya li ser Efrînê şermezar kirin

  • 10:23 16 Tebax 2018
  • Rojane
SERÊKANIYÊ- Jinên Bajarê Serêkaniyê yên Kurd guhertina demogafiya Efrînê ku ji aliyê dewleta tirk ve tê kirin, bi tundî şermezar kirin û gotin ku ev hovîtiya dewleta tirk nayê qebûlkirin.
 
Endamên Hêza Cewherî ya bajarê Serêkaniyê bi awayekî tund hovîtiya dewleta tirk a li dijî gelê Efrînê şermezar kirin. Her wiha jinan anîn ziman ku dewleta tirk bi awayekê ne exlaqî nêzîkî gelê Efrîn dibe.
 
Jina bi navê Necma Sîno kiryarên dewleta tirk û çeteyên wê ku li Efrînê pêk tîne şermezar kir û ev tişt anî ziman: "Dema ku ez çûm Efrînê min tundiya ku dewleta tirk li dijî malbatên Efrînê dimeşand bi çavê xwe dît. Çawa ku Erdogan bi balafiran êrîşî gelê Efrîn dikir û heta di merasîma cenazeyê şehîdan de jî nedihîşt ku gel şehîdên xwe  defin bike. Lê gel li ber xwe dida û nikaribû îradeya gel bişikîne."
 
'Ew ê YPJ û YPG Efîrnê rizgar bikin'
 
Jina bi navê Zekiya Alo jî derbarê siyaseta dewleta tirk de nerazîbûna xwe anî ziman û wiha axivî: "Berî ku dewleta tirk Efrînê dagir bike, ji bo rizgarkirina Efrîne û hamû şehîdên me, ez çûm Efrînê û deh rojan ez li wir mam. Min bi cavan xwe dît kuçawa dewleta Tirk Efrînê bombebaran dike û bi balafiran êrîşî sivîlan dike. Ji bo min ew roj gelek zahmet derbas bûn. Ji ber wê ez dibêjim ku her dem em bi gelê  Efrînê re ne û em qet dev ji Efrîna xwe bernadin." 
 
 Zekiyayê di dawiya axavtina xwe de wiha got: "Em şifayê ji birîndarên xwe yên Şehbayê re dixwazin û bi hêza YPJ,YPG û asayîşê ew ê Efrîn ji destên dagirkeriyê were  rizgar kirin."