Jinên Til Temirê Amadekariya zivistnê dikin!
- 10:11 16 Tebax 2018
- Jiyan
Ronîda Hacî
TIL TEMIR – Jinên bajarê Til Temir ê Kantona Hesekê amadekariya zivistanê dikin û dibêjin: " Jina afrîner ji tinebûnê heyî dike."
Dayika bi navê Cemîla Mihemed (62) ku amadehiya pêdiviyên zivistanê dike û ji zarokên xwe re Reçela hejîran çêdike wiha dibêje "Ez her sal ji bo zivistanê reçelê ji zarokên xwe re çêdikim. Ji ber ku ji ya hazir hem erzandir û hem jî bi tendirûstî tir û xweştir e. Heriwia ez ne bi tenê reçel ez di heman demê mekdûs û Penêr jî çêkim ."
Cemîlayê diyar kir ku xwarinên bi keda destan tên çêkirin weştirin û ji ber vê jî ew hemû pêdiviyên xwe yên zivistanê malzemeyên wan distînin û bi destê xwe çêdikin û hiltînin.
Jina bi navê Bêrîvan Ismaîl (28) ku ew jî Bacanên Reş û Bamiyan amae dike wiha dibêje "Bexçeyê me heye ,em rojane ji bexçe pêdiviyan wekî bacan, firingî, Bamiye , Milûxî û Îsotan diçinin û em ji bo zivistanê amade dikin."
Bêrîvanê di dewama axftina xwe de ev tişt got "Bacanên reş dikolim û hişk dikim. her wiha Bamiyeyan jî bi dar vedikim heta ku hiş bibin. Di zivistanê de ev zebze tine ne û ger hebin jî pir buha ne û ne xwezayî ne. Ji ber wê jî em niha amade dikin ku di zivistanê de li gel me peyda bibe û ji bo xwe bikin xwarin. "
Bêrîvanê di dawiya axftinan xwede wih got "Ez bawer im her jinek ji bo zivistanê amadekariya xwe dike. ji ber ku jin afîrînerin û ji tinebûnê heyî dikin. "
Jinên pêdiviyên zivistanê amade dikin ji bo ku bi kêfxweşî zivistana xwe pêşwazî bikin.